Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kampanyaya PKK ji “lîsteya terorê” derxin: Li welat û derveyî welat her ku diçe pêş dikeve.

 

KAMPANYAYA PKK Ê JI “LÎSTEYA TERORÊ” DERXIN
LI WELAT Û DERVEYÎ WELAT HER KU DIÇE PÊŞ DIKEVE

Ji bo PKK ji lîsteyên ‘rêxistinên terorîst’ bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 12’yê Kanûnê de kampanyeya îmzeyan hate despêkirin.

Di destpêkê de armanca kampanyayê komkirina 4 milyon îmze ye.

Lewra Kurd û dostên xwe li gelek navêndan dest bi komkirina îmzeyan kirin.

Enternasyonalîstên li Ewrûpa jî beşdarî kampanyayê dibin.

Ji bo komkirina îmzeyan li gelek welatên Ewrûpa standên îmzeyan tên danîn.

Kampanya bi gelek zimanan li ser malpera înternetê jî bi rê ve diçe.

Sazî û rêxistinên Kurd di kampanyayê de bi roleke çalak tevdigerin.

Roj bi roj ji bo xurtikirina kampanyayê xebatên cûda tên birêvebirin.

29’ê Çile bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrin û siyasetmedaran li seranserî Başûrê Kurdistanê jî kampanya hatibû despêkirin.

Li Başûrê Kurdistanê endam û alîgirên partiyên siyasî û saziyên civakî piştgiriyê didin kampanyayê.

Kesayetên navdar yên tevlî kampanyayê bûne banga piştgiriya kampayayê dikin.
Di bangan de tê gotin ku divê hemû Kurdên dilsoz ji bo doza gelê Kurd piştgiriyê bidin kampanyayê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv