Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Silêmanî komxebata “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê”: Bi beşdariya gelek partî, kesayet û parlementeran pêk hat.

 

 

LI SILÊMANÎ KOMXEBATA “TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê”
BI BEŞDARIYA GELEK PARTÎ, KESAYET Û PARLEMENTERAN PÊK HAT

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî, Eniya Piştevaniya Rojava li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê komxebateke girîng li dar xistin.

Komxebat bi sernavê “têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û aqûbeta girtiyên DAIŞ’î” pêk hat.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, gelek rêveberên din ên YNK’ê, siyasetvan Mihemed Emîn Pênciwênî, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulla, siyasetvanên Iraqê, cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd, ji gelek partî, sazî û rêxistin, pêkhateyên Kurdistanê nûner beşdarî konferansê bûn.

Piştî rêzgirtinê panelên têkildarî mijarê pêk hatin û beşdar axivîn.

Rêveberê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre got, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê berpirsiyariyeke neteweyî ye.

Sedî Ehmed Pîre di vî warî de berxwedana li Kobanê bi bîr xist.
Parlementera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî îşaret bi girîngiya têkoşîneke piralî ya li dijî DAIŞ’ê kir.

Ji fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Dêrik jî bi bîr xist, ku berpirsiyariya bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê li ser milê wan hatiye hiştin û îşaret bi êrişên dagirkeriya Tirk kir.

Bedran Çiya Kurd jî girîngiya komxebatê destnîşan kir û got, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berxwedan, aliyên aborî, leşkerî, çandî û sosyolojîk pêwîst in.

Koalîsyona navneteweyî tenê bi rêya leşkerî şerê DAIŞ’ê kir.

Êrişên dewleta Tirk jî moralekî mezin dide hêzên terorîst.

Wekî din gelek kesên din jî axivîn û têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê nêrînên xwe anîn ziman.

Piştî nîqaşan encamnameya komxebatê hat eşkerekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv