6. KONGREYA ASAYÎ YA DBP’Ê
SIBE LI ENQERÊ TÊ LIDARXISTIN
Partiya Herêmên Demokratîk-DBP ev bi mehane amadekariya kongreya xwe ya 6’an dike.
Kongre wê sibe saet 10’an li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Enqerê bê lidarxistin.
Wê ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran kes berê xwe bidin kongreyê.
Her wiha hevserokên HDP, KCD, DBP, endamên TJA jî wê beşdarî kongreyê bibin.
Tevahiya amadekariyên kongreyê bi dawî bûne.
Kongreya 6’an a DBP’ê bi şiyara “bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve” tê lidarxistin.
Bi kongreyê re tê xwestin akademiyên siyasetê ji nû ve bên aktîfkirin, DBP li tevahiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi rola xwe ya siyasetê rabe.