ŞÊNIYÊN SEYÎDSADIQ Û PÊNÇIWÊN:
DEWLETA TIRK BI RÊYA PDK’Ê ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN DIKE
Xelkê Seyîdsadiq û Pênciwên têkildarî hewldanên provokatîf ên PDK’ê yên li dijî qadên gerîla ji ajansa Rojnewsê re axivîn.
Welatî dibêjin, dewleta Tirk bi rêya PDK’ê şerê Kurdan dike û banga lidarxistina Kongreya Netewî kirin.
YNK Û HIZBA ŞUE YA KURDISTANÊ:
EM NE ALÎGIRÊN ŞER IN, DIVÊ PIRSGIRÊK BI RÊYA DÎALOGÊ WERE ÇARESERKIRIN
Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî li dijî van hewildanên PDK’ê helwest nîşan didin.
Berpirsê Ragihandê yê Malbenda 11’an a YNK’ê ya li Germiyanê Mihemed Heme Salih li ser mijarê wiha dibêje.
Eşkereye dewleta Tirk daxwaz ji PDK’ê kiriye ku li dijî PKK’ê şer bike.
Em li dijî şere Kur bi Kurd in.
PKK jî naxwaze şer bike û xwe ji şer bi dûr digre.
Divê PDK jî neyê lîstokên dewleta Tirk û dest ji van provokasyonan ber de.
Ji ber wê şer tenê zerarê bide destketiyên gelê Kurd.
Berpirsê Peywendiyan a Hizba Şue ya Kurdistan Mehmud Ehmed jî di derbarê mijarê de wiha axivî.
Wek Hizba Şue em jî li dijî şerê Kurd bi Kurd in.
Sedema van aloziyan ji ber parçebûna nava aliyên Kurdî ye.
Em ji aliyan daxwaz dikin bi rêya bi aşitî û guftugoyê pirsgirêk werin çareserkirin.