BIRYARDARIYA ŞENGALIYAN
2 HEFTE NE LI DORA ASAYIŞÊ NOBEDÊ DIGIRIN
Xelkê Şengalê li dijî peymana qirêj a PDK, Baxda û Enqerê ya 9’ê Cotmehê li ser piyane.
Ji wê demê û heta niha, bê navber çalakiyên cûr be cûr pêk tînin û xwedî li îrade û saziyên xwe derdikevin.
Yek ji wan çalakiyan jî, nobeda li ber Asayişa Êzidxaneyê ye.
Êzidî li dora Asayişa xwe bûne mertalên zindî û ji Baxdayê dixwazin hurmet nîşanê îradeya wan bide.
Ev çalakiya nobedê ya li ber Asayişê jî 14 roj li pey xwe hişt.
Ji navçe û gundan jî Êzidî diçin serdana kona mertalên zindî û biryardariya xwe tînin ziman.
Li ser navê xelkê Serdeştê yên çûn serdana çalakiyê Kinê Xidir axivî û bi van gotinan biryardariya xwe anî ziman.