Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pêşengê civaka Êzidî Mam Beşîr li ser axa kevnar bi dilê xwe kiras guhert 15.12.2020

 

PÊŞENGÊ CIVAKA ÊZIDÎ MAM BEŞÎR
LI SER AXA KEVNAR BI DILÊ XWE KIRAS GUHERT

1956’an li gundê Çinêriya yê Batmanê ji dayîk bû.

Bavê 6 zarokan bû û ji ber zilm û zora dagirkeriya Tirk weke gelek malbatên welatparêz ji neçarî berê xwe da Ewropayê.

1983’yan bû hevrêyê Mam Zekî Şengalî û cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û civaka Êzidî de girt.

Ji wê salê heta 2014’an li Ewropayê bû kedkar û têkoşerekî Têkoşîna Azadiyê.

Li nava civaka Êzidî weke rûspî û zanayekî dihat dîtin.

3’yê Tebaxqa 2014’an bi destê DAIŞ’ê hin hêzên navneteweyî fermaneke nû li ser civaka Êzidî rakirin.

Ji wan hêzan we bû, ku wê Êzidxan û Şengal bêxwedî bimîne û nikaribe xwebiparêze.

Hasan Dûtar bi navê xwe yê di nava Civaka Êzidî de tê naskirin Mam Beşîr weke gelek têkoşeran berê xwe da Şengalê û pîlanên hêzên qirker pûç kirin.

Di warî rêxistinkirina gel û rêveberiya xweser de bû xwedî kedeke mezin.

Şengaliyan ew li nava dilê xwe hewandin.

Mam Beşîr weke hevrêyê xwe Mam Zekî Şengalî bû pêşengek ji bo têkoşîna azadiyê ya civaka xwe û Kurdistanê.

Ji bo jiyaneke xweser a Êzidiyan xwedî biryardariyeke ji pola bû.

Piştî têkoşîna 37 salan a ji bo azadiyê, 14’ê Kanûna 2020’an li Şengalê bi dilê xwe, li ser axa xwe gihişt şehadetê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv