Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Emê hesreta Mam Beşîr ya Kurdistan û Êzidxana azad teqez bînin cih 15.12.2020

 

PÊŞENGÊ CIVAKA ÊZIDÎ MAM BEŞÎR
KCK: BI ŞEHADETA WÎ TÊKOŞÎNA MAM BEŞÎR A DEHÊ SALAN WATEDAR BÛ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê pêşengê civaka Êzidî, têkoşer û şoreşgerê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Mam Beşîr bibîranî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Bi dehan salan ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re xizmet kir û li Şengalê bi krîza dil şehîd bû.

Ji tevahiya gelê Kurdistanê, civaka Êzidî û malbata wî re em sersaxiyê dixwazin.

Em ê hesreta wî ya Kurdistan û Êzidxana azad teqez bînin cih.

Di daxuyaniya KCK’ê de behsa ked û fedekariya Mam Beşîr a ji bo têkoşîna azadiyê çi li welêt û çi jî li derveyî welêt hat kirin û hat gotin:

Di rêxistinkirin û têkoşîna Êzidiyan de bi roleke girîng rabû.

Piştî fermanê berê xwe da Şengalê ji bo xweseriya Êzidxanê têkoşiya.

Di demeke kin de Êzidiyan jê hezkir û jê re hurmet nîşan dan.

Tevahiya emrê xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Êzidiyan.

Ji ber ku bi krîza dil jiyana xwe ji dest da ev cihê xembariyê ye.

Lê şehadeta Mam Beşîr têkoşîna wî ya dehê salan watedar kir.

Bi qasî ku tu di nava têkoşînê de jiyana xwe ji dest bidî, ti sekneke rûmettir tine ye.

Wê timî cihê xwe yê bi rûmet di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û civaka Êzidî de bigire.

Di daxuyaniya KCK’ê de hat destnîşankirin, ku Mam Beşîr bi jiyana xwe ya xwezayî, bêmubalexe û kedkariyê mirovekî dozê yê ji tevahiya şoreşger û demokratan re mînak bû.

Ew şoreşgerekî gel ê şevûroj ji bo jiyana azad û xweser a Êzidiyan kar dikir.

Weke Mam Zekî Şengalî, Mam Beşîr jî bandor li têkoşîn û jiyana Êzidiyan kir.

Hesreta Mam Zekî û Mam Beşîr a Êzidxana azad û xweser wê teqez were bicihanîn.

Di serî de Êzidî divê tevahiya gelê Kurd xwedî li vî şoreşgerê hêja derkevin, bi xurtî beşdarî bîranîn û merasîmên ji bo wî bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv