Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Yekîneya Şehîd Delal Amed li Heftanînê bi balafirên bê mirov li dagirkeran dan 15.12.2020

 

BERXWEDANA GERÎLA YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
YEKÎNEYA ŞEHÎD DELAL AMED LI HEFTANÎNÊ BI BALAFIRÊN BÊ MIROV LI DAGIRKERAN DAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku li herêma Haftanînê hêzên wan li artêşa dagirker dane û ev agahî parve kirin:

Gerîlayan roja 13’ê Kanûnê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê çalakiyek pêk anîn.

Dagirkerên li qada Bektorya ên li girên Koordîne bûn hedefa gerîlayan.

HPG’ê da da zanîn ku ev çalakî ji aliyê Yekîneye Parastina Hewayî ya şehîd Delal Amed ve bi awayekî serketî pêk hatiye.

Lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelelkirin.

BERXWEDANA GERÎLA YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê NASNAMEYA DU GERÎLAYÊN LI HERÊMA METÎNA ŞEHÎD BÛN EŞKERE KIR

Di vê navberê de HPG’ê nasnameya du gerîlayên ku 10’ê Kanûnê li qada Şêlazê ya li herêma Metîna şehîd bûne êşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Leyla Eren binasnav Avesta Şiyar Şemzinan li Colemêrgê ji dayîk bûye.

 

LEYLA EREN
AVESTA ŞIYAR ŞEMZÎNAN
COLEMÊRG
10’Ê KANÛNA 2020’AN / METÎNA

 

 

Rojîn Sido binasnav Viyan Cûdî li Kobanê ji dayîk bûye.

 

ROJÎN SIDO
VIYAN CÛDÎ
KOBANÊ
10’Ê KANÛNA 2020’AN / METÎNA

 

 

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di daxuaniya xwe de li ser kesayet û têkoşîna her du gerîllayên şehîd ev nirxandin kir:

Hevrêyê me Avesta û Viyan di nava çanda berxwedanê de mezin bûn.

Di temenên xwe yên ciwanî bûn gerîllayên azadiya Kurdistanê..

Rihê wan ê ciwan û çalak, hişt ku di nava demeke kurt de bibin xwedî kesayetên wêrek û têkoşer..

Ew li her qada têkoşîne li ber siyasetên qirkirin û asîmîlasyonê yên dewleta dagirker rabûn..

Di serî de malbatên xwe yên welatparêz em ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî dixwazin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv