Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyên azadiyê di roja 19’an de di greva birçîbûnê de ne 15.12.2020

 

GIRTIYÊN JI DOZA PKK-PAJK’Ê DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
BERXWEDANA JI BO AZADIYA RÊBER APO DI ROJA 19’AN DE YE

Ji 27’ê Mijdarê ve girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê ji di greva birçîbûnê de ne.

Çalakî ji aliyê koma 4’an ve tê birêvebirin û di 19’an de ye.

Girtî bi rêya malbatên xwe peyaman dişyînin ji gel dixwazin ji derve bibin dengê wan.

Dîlên azadiyê Newroz Gulen û Fatma Aslan jî li zindana Sîncanê di greva birçîbûnê de ne.

Jinên girtî diyar kirin ku heta ew bigihîjin armanca xwe wê çalakiya xwe bidomînin.

Girtiyê bi navê Sertaç Kiliçaslan jî li zindana Kiriklarê ya Tîpa F’yê di grevê de ye.

Sertaç Kiliçaslan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û biryardariya xwe û hevalên xwe anî ziman.

Kiliçaslan got, eger daxwazên me neyin qebûl kirin em ê çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Jina bi navê Şukran Dogan yek ji wan kesan e, bi berxwedan û têkoşîna xwe cihek taybet digire.

Dayîka 10 zarokan e.

8 zarên wê di demên cûda de hatin girtin.

Kurê wê Cengîz niha li zindana Şakran a Alîaga di digrevê de ye.

Şûkran Dogan diyar kir ku ew ê li derve di berxwedanê de bin û xwedî li zarokên xwe derkevin.

Dayîkên aştiyê Raîfe Ozbey û Hîdayet Ay jî vê bangê li gelê Kurd dikin.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’a Wanê Mûrat Melet û hevseroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan TUHAY-DER’a Wanê Kudret Temel jî banga xwedî derketina daxwaza girtiyan kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv