GERÎLA TV DÎMENÊN ÇALAKIYA ŞIRNEXÊ WEŞAND
DI ÇALAKIYÊ DE 5 ESKERÊN DAGIRKERIYÊ HATIN CEZAKIRIN
Gerîla TV dîmenê çalakiya 27’ê Nîsanê ya li bejahiya Şirnexê hatî li darxistin weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî da.
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li qada navbera Dêrgulê û qereqola Girê Cotyar a Gabarê ya li Şirnexê wesayîteke artêşa dagirker şopandin û 27’ê Nîsanê de li dijî vê wesayîtê çalakiyek li dar xistin.
Hêzên me bi rêbazê sabotajê li vê wesayîtê dan. Ev wesayît îmha bû û 5 leşkerên tê de mirin.
Piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky leşkerên mirî ji qada çalakiyê hatine derxistin.
Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.”