DR. KAMURAN BERWARÎ:
PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ YA ŞENGALÊ, DEWAMA ÊRIŞA DAIŞ’Ê YE
Hevserokê Beraya Demokratîk a Başûr Dr. Kamuran Berwarî ji ANF’ê rea xivî û bi bîr xist ku êrişa li dijî Şengalê piştî civîneke 1’ê hezîrana 2014’an a Urdunê pêk hat.
Berwarî anî ziman ku 7 welatên cîran û hêzên navnetwî di wê civîna li Urdunê de cih girtibûn û got: Piştî wê civînê êrişê Şengalê kirin. Hovîtya mezin pêk anîn.
Berwarî peymana PDK, Baxda û Enqerê ya li ser Şengalê jî wekî parçeyeke wê êrişa 2014’an bi nav kir û got:
Tê xwestin bi peymana 9’ê cotmeha 2020’an karê çeteyên DAIŞ’ê nîvco hiştin, bê temamkirin. Êzidiyan parçe bikin û xweseriya wan xera bikin.,
DR. KAMURAN BERWARÎ:
WÊ REVA PDK Û IRAQÊ YA JI ŞENGALÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN
Dr. Kamuran Berwarî bi bîr xist ku hêzên Iraq û PDK’ê bi revîna ji Şengalê pêşiya komkujjiyan vekiribû û got: Wê reva PDK û Iraqê ya ji Şengalê neyê ji bîr kirin. Xwedî-derketin û parastina Şengalê berpirsyariya hemû Kurdan e. JI ber ku valakirina Şengalê, wê were wateya valakirina parçeyeke Kurdistanê.
DR. KAMURAN BERWARÎ:
WÊ KURD JIYANA BÊ STATU QEBÛL NEKIN
Hevserokê Beraya Demokratîk a Başûr Dr. Kamuran Berwarî anî ziman ku hêzên Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dikin, dixwazin dîsa Kurdan bê maf û statu bihêlin û got:
Lê belê bila hemû cîhan vê baş bizanibe, wê êdî Kurd jiyana bê statu qebûl nekin.