Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şêniyên Rojava dîsa daxwaza cenazeyên gerîlayên şehîd ji PDK’ê kirin

 

LI SÊMALKA ÇALAKIYA KON
ŞÊNIYÊN ROJAVA DÎSA DAXWAZA CENAZEYÊN GERÎLAYÊN ŞEHÎD JI PDK’Ê KIRIN

Bi pêşengiya saziya malbatên şehîdan a herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG’ê Nesrîn Temir bi nasnav Tolhildan Raman û Yûsif Îbrahîm bi nasnav Serdem Cûdî li deriyê Sêmalka kon hatiye vedan.

Berxwedana li deriyê Sêmalka 16 roj li pey xwe hiştin.

Şêniyên kantona Hesekê û endamên sendîkaya Pîşesazî û Endizyaran berê xwe dan qadê û çalakî dewrgirtin.

Welatiyên beşdarî çalakiyê bûne ev peyam dan.

Paşê li ser navê girseyê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hat kirin û ev bang hate kirin..

Dewleta Tirk a dagirker bi hovîtiya xwe êrişî gelê Kurd dike.

Li Başûr li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne.

Gefên êrişên nû li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe.

Li şûna ku PDK li dijî êriş û gefan dengê xwe derxe, bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û êrişî parêzvanên Kurdistanê dike.

Em ji vir careke din bang li PDK’ê dikin ku dest ji helwesta xwe ya dijminane berde û cenazeyên şehîdên me radestî me bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv