Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Xweser malavayiya Parlamenta Katalonyayê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê malavayiya Parlamenta Katalonyayê kir ku bi rengekî fermî rêveberiya xweser nas kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê malavayiya Parlamenta Katalonyayê kir.

Daxuyanî wiha ye:

“20’ê Cotmehê Parlementoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de nas kir. Îtirafkirina Parlementoya Herêma Katalonyayê bi Rêveberiya Xweser pêşketinek girîng e û duristbûna projeya Rêveberiya Xweser wekî çareya aloziya Sûriyê nîşan dide. Her wiha rêbazek ber bi pêkanîna yekitiya gelan û rêgeha demokratîk ve ye ku dê nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên civakê bike, piştî ku îradeya civakê bi dehan salan li Sûriyê hatibû paşguhkirin.

Em spasiya dostên xwe li Herêma Katalonyayê dikin. Em helwestên wan ên dîrokî bi nirx dibînin. Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em soza xwe nû dikin ku em ê ber pêşketinê ve biçin da ku projeya xwe ya demokratîk zengîntir bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv