Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dadgeha Tirk 30 sal cezayê zindanê li berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan birî

 

DEWLETA TIRK JI BERXWEDANA JINAN DITIRSE
DADGEHA TIRK 30 SAL CEZAYÊ ZINDANÊ LI BERDEVKA TJA’YÊ AYŞE GOKKAN BIRÎ

Dewleta tirk a dagirker jinên şoreşger ji xwe re asteng dibîne.

Lewma di her aliyê de êrîşî berxwedana jinê û îradeya wê dike.

Yek ji wan jinên berxwedêr jî Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan bû.

Ayşe gokhan 27’ê çile bi hinceta “rêvebera rêxistinê ye” û “endama rêxistinê ye” hatiye girtin.

23’yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya TJA Ayşe Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Gokkan dema hat eywana rûniştinê bi nîşana serfiraziyê silav da jinan.

Dadgehê di rûniştina biryarê de 30 sal cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan birî.

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ GIRTINA AYŞE GOKKAN
LI AMEDÊ DAXUYANÎ HAT DAYÎN: EM BIRYARA CEZAYA AYŞE GOKKAN NAS NAKIN

Li dijî girtina Ayşe Gokkan nerazîbûneke tûnd hebû.

Jinên Amedê li ber edlîyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û destnîşan kirin ku ew biryara cezayê nas nakin.

Femînîst Hulya Osmanagaoglu destnîşan kir ku ew ceza tolhildana ji sîyaseta kurd e û wiha got;

Em bi vê biryarê şaş neman.

Jixwe daraza mêr di dozên berê de jî heman helwest nîşan dabû.

Hevseroka Giştî ya DBP Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku yên qala hiqûq û edaletê dikin tenê vala diaxivin û wiha got;

Em dizanin ku şandeya mehkemeyê li ser navê kê biryaran dide.

Di şexsê Ayşe Gokkan de tê hedefkirin ku têkoşîna jinan bê tepisandin û gavek paş de were avêtin.

Lêbelê em weke jin paşde gav navêjin.

AYŞE GOKKAN DI DADGEHÊ DE PEYAMA BERXWEDANÊ DA
WEKE CEMREYEKE LI HEMBER TARÎTIYA JIYANÊ, EM Ê BIBIN ÇIRÛSKA RONAHIYÊ

Parlamentera HDP’ê Nuran Îmir jî tevlî bernameya me ya Nîvrojê bu û derbarê mijdarê de axivî.

Nuran Îmîr diyarkir ku Ayse gokhan di dozê de parastina xwe ne kiriye lê ev peyam da ye.

Ayşe Gokkan heta niha 83 caran hatiye binçavkirin.

Ji dema şaredariya Nisêbînê 200 dosyayên lêpirsînê derheqê wê de hene.

Bi giştî di derbarê wê de 215 doz hatine vekirin.

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan herî dawî 30’ê Cotmehê li Amedê hatibûn binçavkirin û paşê hatibû girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv