Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: ‘Gefên Erdogan û sozên Amerîkayê’

 

MIHEMED SEYDÎ / WELAT
GEFÊN ERDOGAN Û SOZÊN AMERÎKAYÊ

Piştî Erdogan ji Amerîkayê vegeriya, careke din gefên tund li bakur û rojhilatê Sûriyeyê xwar. Hincet hin caran ew bûn ku leşker û polîsên wan hatine kuştin û carna jî bi navê ku êrîş li ser sînorê wan çêdibin û divê ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê were parastin.

Erdogan dest pê kir, piştî wê wezîrê wî yê karê derve Çavuşoglo axivî û piştre jî wezîrê wan ê karê şer Hulîsî Akar gef xwar.
Jixwe piştî ku Erdogan ji Amerîkayê vegeriya û gef xwar, berê xwe da Rûsyayê û li gel serokê wî welatî Viladîmêr Pûtîn civiya. Li pêş kamerayan tiştekî li ber çav hatî gotin nebû, lê pişt masê û kamereyan çi hatiye axaftin û çi bazar hatiye kirin nayê zanîn. Lê ya balkêş ew axaftina Erdogan dema ku ji Rûsyayê vedigeriya û ji rojnamegeran re qala nûnerê DYA’yê Rojhilata Navîn kir ku çawa wekî lîderekî PKK û YPG û kurdan tevdigere. Bi vê gotinê re Erdogan gotibû dibe ku ev gotina me hinek aliyan jî aciz bike. Piştî vegera ji Rûsyayê bi taybet ev gefên dewleta tirk û rayedarên wê zêde bûn.

Hinek alî dibêjin êdî wê rewşa Sûriyeyê di warê leşkerî de neguhere lê em dema bala xwe bidin nexşeya Sûriyeyê, rewş berovajiye. Ji ber gelek dosyayên aliqî niha mane. Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û dagirkeriya tirk heya, çareyek jêre neyê dîtin, ew ê rewşa eskerî jî wekî xwe nemîne.
Bi taybet em werin ser dewleta tirk û êrîşên wê yên li ser herêmê ku çawa di her firsendê de êrîş dike. Şehba, Eyn Îsa, Tiltemir û Zirgan bi top û obusan û carna jî di bejahî de bi çeteyan her êrîş li ser van deveran çêdibin. Di aliyê ezmanî de jî ji Kobanê bigire heta Dêrikê, bi dehan caran bi balafirên bê mirov êrîş kirine.

Dema em bala xwe bidin sozên rayedarên amerîkî, em ê bibînin ku ne cihê baweriyê ne. Ji ber rojekê beriya êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî Serokê Amerîka yê berê Donald Turmp daxuyanî dabû û gotibû ‘Em dest ji hevalbendên xwe bernadin.’ Di heman rojê de li ser navê Pantagonê jî daxuyanî hebû ku tê de digot: “Bila hevalbendên me Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dil rihet bin, em rê nadin êrîşek li ser wan çêbibe.” Lê roja piştî vê daxuyaniyê ku 8’ê cotmehê hatibû weşandin, 9’ê cotmehê êrîş çêbû û herêm hat dagirkirin.

Ji ber vê yekê, ya girîng li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hazirtî baştir werin kirin û parastina civakî û leşekerî bi hev re xurtir bibe. Di warê siyasî û dîplomasî de jî hewl werin dayîn ku dewleta tirk hîn zêdetir teşhîr bikin, belkî bi van rêbazan pêşî li dewleta tirk bigirin. Ji ber dewleta tirk dixwaze xelkê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet kurdan bike koçber û perîşan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv