Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dilyar Cizîrî: ‘Pêwîste em amade bin, îhtîmala êrişê mezin e’

 

DILYAR CIZÎRÎ / RONAHÎ
PÊWISTE EM AMADE BIN, ÎHTÎMALA ÊRIŞÊ MEZIN E

Di van çend rojên dawî de li Sûriyê gelek mijarên têkildarî hev rûdidin. Bi taybetî piştî hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi Serokê Rûsya Pûtîn re ku 29’ê meha derbasbûyî li Soçî pêk hat. Li Idliba ku bûye bargeha çeteyan ya fermî, aloziya leşkerî kûr bûye û hêzên rêjimê qeweteke giran li derdora wê bi cih dike. Topbarana bajarê Seraqib ya Idlibê jî beşek ji rewşa li wê derê ye. Rûsya bi balafiran baregehên çeteyên girêdayî dewleta Tirkan bombebaran dike. Dewleta Tirkan jî hebûna xwe bi bargehên nû zêdetir dike û diyar dike ku wê bi hêsanî Idlibp ji rêjimê û Rûsya re bernede.

Ev geşedana li Idlibê di demekê de tê gotin ku Pûtîn ji Erdogan xwestiye, rewşa Idlibê heta dawiya salê çareser bike, pêk hatiye. Ji şopandina rewşa li herêmê diyar dibe ku nakokiyên Pûtin û Erdogan li ser Idlibê çêbûne. Di heman demê de Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî ya NY di raporeke xwe de diyar kir ku li Sûriyê 12 milyon mirov bi metirsîna ku bi birçîbûnê re rûbirû bimin, weşand. Bi vê raporê re Erdogan ev çend roj in gefa êrişên nû li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe. Gef jî herî zêde li ser Til Rifet û herêma Şehba tên xwarin. Min çima di vir de rapora rêxistina xwarinê ya cîhanî bîr xist, lewra ev devera behsa êrîşan lê tê kirin, Şehba ye. Li vir jî bi dehezaran koçberên Efrînê yên ji ber êrişa dewleta Tirkan ji sala 2018’an ve di kampan de bi cih bûne hene. Rewşa wan ya jiyanî ji ber dorpêça Rûsya, Tirkiye û rêjima Sûriyê gelek dijwar e.

Di rewşeke wiha de êrişeke mûhtemel wê rê li ber karesateke mirovî veke. Ji ber wê ji NY tê xwestin ku berpirsyariyên xwe derbarê vê mijarê de pêk bîne. Li aliyê din jî di heman demê de roja Duşemê 18’ê vê mehê bi serkêşiya Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen tora 6’an ya danûstendinên ji bo qaşo danîna destûra nû ya Sûriyê dest pê kir. Hêzên xwedîbiryar bi vê jî dixwazin ser guhertinên nêzîk ku wê li Idlib û hin deverên din pêk werin bigirin. Li vir hêjaye ku em helwesta Amarîkaya ku bûye fektoreke sereke ya aloziya Sûriyê, bîr bixin. Bi van pêşketinan re, tevgera leşkerên Amarîkî li herêma Cizîrê zêde bûye. Li Til Temir û li Hesekê leşkerên wê di nava gel de digerin û bi vê jî dixwazin vê peymana, “em li virin” bidin. Belkî hinek bêjin, leşkerên Amarîka berê li herêmê bûn, rast e, lê mebesta min çima van rojan tevgera xwe bi awayekî ne normal zêde kirine. Bi van pêşketin û rûdanên me behsa wan kirî re du roj berê raporek li ser zimanê konsolosê Israîlê yê Rûsya belav bû. Bê ku ti detayan par ve bike got, Rûsya, Amarîka û Israîl li ser dosya Sûriyê civiyane û li hev kirine. Îcar wer xuya dike ev pêşketinên li Idlibp, gefên Erdogan daxuyaniya rêxistina Xwarinê ya Cîhanî, her wiha tevgera DAIŞ’ê ya vê dawiyê li herêma Resafê ya li çola Reqayê li dijî hêzên rêjimê û danûstendinên ji bo destûrê hemû di çarçoveya van lihevkirinan de hatibin kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv