AL MONITOR
HÊZÊN KURD ÊN SÛRIYÊ LI HIMBERÎ ÊRIŞEKE MUHTEMEL A TIRKAN AMADE NE
Al Monîtorê li ser îhtîmala êrişeke dewleta tirk li dijî rojava nûçeyek bi vê manşetê ragihand:
Hêzên kurd ên sûriyê li himberî îhtîmala êrişeke tirk xwe ji her aliyî ve amade kirine.
Nûçe cih dide van tesbîtan:
Tirkiyeyê hêzên Demokratîk ên Sûriyê bi operasyoneke leşkerî tehdît kir.
Ji bo amadekirina bahaneyeke êrişê jî, hêzên kurd bi êrişbirina ser hedefên tirk sûcbar dike.
Tê diyarkirin ku vê gavê rayedarên tirk hewl didin li gel rayedarên rûs û amerîkî li ser mijarê biaxivin û ji wan destûra operasyonê wergirin.ç
Lê belê rayedarekî tirk îdîa dike ku eger ev gera dîplomasiyê bi sernekeve jî, dewleta tirk wê ji fikrê operasyonê venegere.