Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mexdûrê kîmyabarana Helebçe: ‘Niha Tirkiyê bi bikaranîna çekên kîmyewî êşa me dubare dike

 

Pêşmergeyê Dêrîn Fayeq Hewramî ku ji malbata wî 28 kes bi çekên kîmyawî şehîd bûne li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyawî bertek nîşan da û got: “Heta niha niha jî şopên kîmyabaranê  di bîr, dil û derûniya me de ma ye. Niha artêşa Tirk li herêma Behdînan bi karanîna çekên kîmyawî vê êşê dubare dike.  Ji bo min ecêbe, çima hemû çapemenî qal nake?”

Di 23’yê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastina Medyayê kirin û hîn êriş didomin. Ji ber ku dewleta Tirk nekarî li hemberî berxwedana gerîla pêş biçe û şikestina xwe veşêre li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyawî bi kar tîne. Pêşmergeyê Dêrîn Fayeq Hewramî ku ji malbata wî 28 kes li Helebce bi çekên kîmyawî şehîd bûne li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî.

Pêşmergeyê Dêrîn Fayeq Hewramî  eşkere kir ku dema ku dewleta Tirk çekên kîmyawî bi kar tîne Helebce tê bîra wî û got: “Heta niha niha jî şopên wê  di bîr, dil û derûniya me de ma ye. Niha artêşa Tirk li herêma Behdînan bi karanîna çekên kîmyawî vê êşê dubare dike.  Artêşa dewleta Tirk a dagirker û Erdogan ji Sedam Hisên û rejîma Baas nekêmtir in. Eger ji Sedam dirindetir nebin, bi bawerim ku nebaştirin.”

Pêşmergeyê Dêrîn Fayeq Hewramî   yekane riya li dijî êriş û dagirkeriyê derketin yekîtiya gelê Kurd dibîne û daxwaz kir ku bi yekîtiyê pêşiya dagirkeriyê were girtin.

Fayeq Hewramî  ji ber bêdengiya li dijî bikaranîna çekên kîmyawî bifikare û wiha domand: “Ji bo min ecêbe, çima hemû çapemenî qal nake? Weke malbatek Helebce yî vê yekê şermezar dikim. Artêşa Tirk a dagirker rêveberên PKK’ê şehîd dike, lê divê gelê Kurd bizanibe, eger ji bo dewleta Tirk derfet çêbibin, wê hemû rêveberên Herêma Kurdistanê qetil bike. Ji ber ku ti cudahiyê naxwe navbera parçeyên Kurdistanê de. Me dît çi li Efrînê kir û niha jî dibînin çi li Behdînan dike.”

Pêşmergeyê Dêrîn Fayeq Hewramî têkildarî helwesta Parlamentoya Herêma Kurdistanê û parlamenterên Kurd ên li Kurdistanê û Bexdayê, diyar kir ku 30 sal e Herêma Kurdistanê xwedî parlamento û sedan parlamenter li Parlamentoya Iraqê hene, di nava van 30 salan de eger tenê saetekê kar li ser jenosaîd û kîmyabaranê bikiriyan, dikarin civaka navneteweyî neçar bike ku zêdetir parastin wan bike û wê niha dewleta Tirk a dagirker û Erdogan nedikarî kîmyabaran bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv