ZEXTÊN LI SER GUNDÊ ZORAVA
GUNDÎ: EM JI BER KU LI RÛMETA XWE XWEDÎ DERDIKEVIN ÊRIŞÎ ME DIKIN
Li gundê Zorava yê Sûra Amedê li ser dîwarekî nivîsa ‘Em bi qasî ku di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin’ hatibû nivîsîn.
Eskerên dagirker di 14’ê nîsanê de ev ji xwe re kirin hincet, bi ser gunde der girtin.
Hemû ciwan li qada gund kom kirin.
Eskeran li ciwanên ku li qadê anîn gel hev dan, piştre li wesayîtan kirin û ji gund dur xistin.
Ciwanên ku seranserê rê rastî heqeret, tehdîd û gotinên nîjadperest yên leşkeran hatin, piştî demekê şûnde anîn gund.
Li aliyê din jî leşkeran gotin wê qereqolê li gund çêbikin û nivîsa ser dîwar jî boyax kirin.
Gundî der barê mijarê de axivîn û bi lêv kirin ku leşker hewl didin pêkanînên weke şewitandina gund, li qada gund komkirin û îşkencekirinên salên 90’î şûnde bînin.
Gundiyan diyar kir ku ew bi dew û doza xwe bi ax û gundê xwe ve girêdayîne û wê berxwedana xwe dewam bikin.