Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzer Ercan Kanar: Divê Ocalan êdî azad bibe

 

PERGALA ÎMRALIYÊ YA TECRÎD Û ÎŞKENCEYÊ
PARÊZER ERCAN KANAR: DIVÊ OCALAN ÊDÎ AZAD BIBE

Pergala Îmraliyê ya tecrîd û îşkenceyê ev 22 sal in dewam dike.

Li dijî vê pergala kujer berxwedan û têkoşîneke bênavber heye.

Kurd û kurdistanî tevî sazî û dezgehên demokratîk û xwedî wijdan li ser pêyan in.

Ew daxwaza bi dawîanîna Pergala Îmraliyê dikin.

Bi saya berxwedanê 25’ê adarê bi çend kêliyan be jî hevdîtineke bi telefonê çêbû.

Rêber Apo di wê hevdîtinê de behsa xetera proseyê û talûkebûna dewletê kir.

Wî xwest parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtin rû bi rû çêbibe.

Parêzerên Rêber Apo bi saya berxwedana greva birçîbûnê di sala 2019’an de karîbûn 5 caran hevdîtinan pêk bînin.

Piştî wan hevdîtinan di 3’yê adara heman salê de malbat careke çûn û di 27’ê nîsanê de jî hevdîtineke bi telefon pêk hat.

Lê ji hingê ve tu agahiyek ji Îmraliyê nehat wergirtin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji sala 2011’an ve çûna wan a sîstematîk a ji bo Îmraliyê tên astenkirin jî serlêdanên xwe yên rûtîn veguherandin serlêdanên acîl û lezgîn.

Lê daxwazên wan ên ji bo hevdîtinê nayên bersivandin.

Parêzer Ercan Kanar ku vê prosesê ji nêz ve dişopîne, der barê Pergala Îmraliyê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Ercan Kanar diyar kir ku hevdîtina dawîn a bi telefonê hewl û daxwaza kamuflekirina tecrîdê ye û ev nirxandin kirin:

Dewlet qanûnên xwe yên înfaza cezayan jî binpê dike.

Qaîde û qanûnên navnetewî jî bi heman rengî bi cih nayne.

Dêhna xwe bidinê Qaîdeyên Standart ên Asgarî yên Têkiliyên bi Girtiyan a Netewên yekbûyî hene.

Ev qaîde di sala 2005’an de weke Qaîdeyên Nelson Mandela hat guhertin.

Li gorî vê qaîdeyê tu girtiyek nabe ku bêsînor were tecrîdkirin.

Lê li Tirkiyê li dijî birêz Ocalan bikaranîna ‘înfaza nijadperest’ li dar e.

Ev pêkanînên şer in. Nahêle ku proseyeke aştiyê bi pêş keve.

Îcar li Tirkiyê rêveberiyeke dîktatorî heye.

Daraz bi serê xwe nikare biryaran bide.

Ev li aliyekî jixwe hiqûqî nîne. Lê ya girîng rojevbûna azadiya birêz Ocalan bi xwe ye.

Heta azadiya wî jî pêk were divê teqez pergala tecrîdê bi dawî bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv