Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîla Nûda Tolhildan bang li malbata xwe ya li ber avahiya HDP’ê ya Amedê kir

 

TEVGERA ŞERÊ TAYBET A LI BER AVAHIYA HDP’A AMEDÊ
GERÎLA NÛDA TOLHILDAN BANG LI MALBATA XWE KIR

Rêjîma faşîst a AKP-MHPê bi çend malbatên gerîlayan di Îlona 2019’an de dest bi şerekî nû yê taybet û psîkolojîk kir.

Hin ji wan bi zextan, hin ji wan bi xapandinê û hin ji wan jî bi pereyan xapandin û avêtin ber avahiya HDP’a Amedê.

Yek ji van jî malbata Tekîn e.

Keça vê malbatê Ceylan Tekîn bi nasnav Nûda Tolhildan yek ji gerîlayên YJA-Starê ye.

2013’an beşdarî nava refên gerîla bû.

GERÎLA NÛDA TOLHILDAN BANG LI MALBATA XWE KIR
“ZAROKÊN WE BI DILÊ XWE BEŞDARÎ PKK’Ê BÛNE”

Gerîla Nûda dibêje, ew ji radyoyê pê hisiya ye, ku malbata wê li pêşiya avahiya HDP’ê ye.

Ev yek bi temamî bi kontrola dijmin pêk tê.

Dema min li dayîka xwe guhdarî kir, bi zimanê dijmin bang li min dikir.

Vê yekê hêrseke mezin bi min re çêkir.

Min fêm kir, ku malbata min hatiye xapandin.

Ez ji vir di serî de dayîka min, bang li tevahiya dayîkên hatine xapandin ên li ber avahiya HDP’ê dikim.

Zarokên we bi dilê xwe hatin vir.

PKK tevgereke azadiyê ye.

Ti kes bi zorê beşdarî PKK’ê nabe û nikare bi zorê jî di nava wê de bijî.

GERÎLA NÛDA TOLHILDAN BANG LI MALBATA XWE KIR
“JI BER KU GERÎLA ME, DIVÊ SERÊ DAYÎKA MIN BILIND BE”

Gerîla Nûda destnîşan dike, divê malbat bizanin ku zarokên wan heke di nava PKK’ê de bin ew xwedî îradayeke mezin in û wiha dibêje:

Ev yek tê wê maneyê ku bi Rêbertî, şehîdan û gelê xwe re dilsoz in.

Divê ji ber vê îradeyê serê malbatan bi zarokên wan bilind be.

Divê dayîka min bêje “keça min niha gerîla ye, ji bo malbat, gel û jinan li çiyayan têkoşîna ji bo azadiyê dike.”

Divê gerîlatiya min serê dayîka min bilind bike.

Ev yek nabe nesîbê ti kesî.

Ez bi îradeya xwe beşdarî nava refên PKK’ê bûm.

Heke bi rastî ji zarokên xwe hez dikin, divê xwedî li têkoşîna wan derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv