TEVGERA DAGIRKERIYÊ YA LI LICÊ
REMZIYE TOSUN: JI REMZIYE SONSUZ Û KEÇA WÊ AGAHÎ NAYÊN GIRTIN
14’ê Nîsanê li navça Amed Lîcê eskerên dewleta Tirk dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Tevgera ku hatiyê destpêkirin hê jî li gundê herêma gundên Derxust, Huseynik û Qerehesenê didome.
Parlementara HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun çû herêmê.
Remziye Tosun diyar kir ku esker tehde û îşkence li li gundiyan kirine û got:
Dayika Remziye Sonsuz û keça xwe li mala xwe dibin dorpêçe de ne, ti agahî ji wan nayê girtin.
Wekîla HDP’ê destnîşan kir ku wan xwestiye xwe bigihînin malbatê, eskeran heqaret li wan jî kiriye.
Remziyê Tosun bang li hemû saziyên sivîl kir ku herin herêmê û li dijî vê zilmê helwestê nîşan bidin.