SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK A QIRKER
ŞÊNIYÊN EHRESÊ: CIVATA NAVNETEWEYÎ HEVPARA SÛCÊN DEWLETA TIRK E
Daxuyanî li pêşiya qada navenda meclisa navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê pêk hat.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Şehîd Axîn Sebah Bêrem ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;
Dewleta Tirk bi êrîşên xwe hewl dide ku ewlehiya herêmê têk bibe, gel bitirsîne û carek din gel koçber bike.
Her wiha armanca dewleta Tirk derbkirina projeya Rêveberiya xweser û biratiya gelan e.
Lê bila cîhan vê yekê bizane ku gel wê xaka xwe terk neke.
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî jî hat kirin ku li hemberî êrîşên dewleta tirk bisekine.