Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Gerîlayan bi çekên giran dagirkerên li Kela Bêdewê kirin hedef’

 

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: GERÎLAYAN BI ÇEKÊN GIRAN DAGIRKERÊN LI KELA BÊDEWÊ KIRIN HEDEF

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan û êrişên artêşa Tirk ev agahî dan:

26’ê Îlonê serê sibê hêzên gerîla dagirkerên li ser Kela Bêdewê ya Zapê kirin hedef.

Gerîlayan bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.

25’ê Îlonê gerîlayan li Girê Şehîd Kamûran ê Xakurkê dest danîn ser cihazê fotokapan ê artêşa Tirk danîbû.

26’ê Îlonê danê êvarî artêşa Tirk Qada Berxwedanê ya Werxela Avaşînê bi çekên giran bombe kir.

Piştî bomberdimanê dagirkeran dîsa hewl dan ber bi qada berxwedanê ve biçin.

Gerîlayan bersiv dan û şerekî dijwar qewimî.

Di encama berxwedana gerîlayan de dagirkeran nekarîn bipêşkevin.

HEVKARIYA PDK’Ê YA DEWLETA TIRK RE
HPG: PÊŞÎ DRONÊN PDK’Ê GERIYAN Û PAŞÊ ARTÊŞA TIRK QADA SINÎNÊ BOMBE KIR

25’ê Îlonê qada Basya ya Avaşînê bi balafirên şer hat bombekirin.

26’ê Îlonê li qada Sinînê ya Xakurkê livûtevgera dronên hêzên PDK’ê hebû.

Piştî vê tevgera dronên PDK’ê artêşa Tirk qada Sînînê 3 caran bi balafirên şer bombe kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv