Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rûyê rast ê dagirkeriya Tirk

 

RÛYÊ RAST Ê DAGIRKERIYA TIRK
CEZAYÊ MUEBBETÊ DA KESÊ PÊ ŞOVA XWE Û ŞERÊ TAYBET KIRIBÛ

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê ji Îlona 2019’an ve li dijî gelê Kurd bi şerê taybet û qirêj radibe.

Bi pêkanîneke xwe, bêrûmetiyê li Kurdan ferz dike.

Ew jî mîzansena li pêşiya avahiya HDP’a Amedê ye.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ji ber ku di vê polîtîkaya xwe de bi serneket û malbatên welatparêz ev teklîfa qirêj red kirin, dagirkeriya Tirk PDK xist dewrê.

Kesên ji nava PKK’ê reviyayî yên li herêma PDK’ê bûn, ji bo vî şerê taybet hatin bikaranîn.

Weke mînak dagirkeriya Tirk gelek kesên anîn ber avahiya HDP’ê bi çend roj navber, zarokên wan bi şoveke mezin anîn cem wan.

Jixwe tenê çend kes hene, ku ev bêrûmetî qebûl kirine û bûne amûrê vê polîtîkaya qirêj.

Zarokên van kesan, her roj ji aliyê dewleta Tirk ve tên bombekirin.

Wekî din bang li malbatên xwe dikin, ku êdî vê bêrûmetiyê qebûl nekin.

Yek ji kesên ku di destê PDK’ê de bû û PDK’ê dabû dagirkeriya Tirk, kesê bi navê Halîl Y. bû..

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê ev kes û malbata wî anîn cem hev û di çapemeniya xwe de şova wê kir.

Ji malbata vî kesî re gotibû, wê tenê 3-4 mehan di zîndanê de bimîne.

Çapemeniya şerê taybet bi manşetên “terorîstê teslîmbûyî gihîşt malbata xwe” nûçe ragihand.

Lê ev 2 sal in rewşeke berevajî vê yekê rûda an go dagirkeriya Tirk rûyê xwe yê rast nîşan da.

Dadgeha Tirk a li Mêrdînê cezayê muebbetê û li ser 13 sal û 9 meh cezayê zîndanê da vî kesê bû amûrê şerê taybet.

Di dadgehê de gotina “ez bi banga serokkomarê xwe teslîm bûm” a vî kesî jî fêde lê nekir.

Bi vê nûçeyê jî careke din diyar dibe, ku dagirkeriya Tirk wan kesên li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê ji bo şerê xwe yê taybet bi kar tîne û dixapîne.

Helbet li vê derê, ne tenê wan bikar tîne û dixapîne, di heman demê de wan di çavê gelê Kurd de rezîl dike.

Bi derewan bêrûmetiyê li van kesan ferz dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv