LI ŞENGALÊ XEBATÊN JI BO HILBIJARTINÊ
PADÊ JI BO NAMZED ŞÊX SEMÎR DERWÊŞ SEFERBER BÛYE
Şêx Semîr Derwêş wekî namzedê PADÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê beşdarî hilbjartinên 10’ê cotmehê yên Iraqê dibe.
PADÊ ji bo hilbijartina namzedê Şêx Semîr Derwêş li tevahiya Şengalê di nava tevgerê de ye.
PADÊ herî dawî ji bo piştgiriya Şêx Semîr Derwêş li navçeya Sinûnê şahiyek amade kir.
Beşdarên şahiyê gotin, ji bo komkujî pêk neyê, ew dixwazin Şêx Semîr Derwêş hilbijêrin.
Ji rêveberên Rêveberiya Xweser Xwedêda Îlyas bi van gotinan piştgiriya ji bo Şêx Semîr Derwêş anî ziman.
Ciwana bi navê Delal Êzidî jî dibêje ew dixwazin bi riya nunerê xwe, li Baxdayê bibin xwedî gotin.
Omer Qaso jî, hilbijartina Şêx Semîr Derwêş wekî mîsogerkirina destkeftiyan dibîne.