SENGALÎ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVIN
ÇALAKIYA “EM HEMÛ ASAYIŞ IN” 101 ROJ LI PÊY XWE HIŞTIN
Di 9’ê Cotmehê de li dijî Şengalê bi destwerdana dewleta tirk ve di navbera PDK û Bexdayê de peymanek hat îmzekirin.
Gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji bo balê bikşîne ser vê peymana beyom bê navber çalakiya lidar dixe û dengê xwe bilind dike.
Di 2’ê Kanûna 2020’an de bi pêşengiya meclîs û saziyên Şengalê bi dirûşmeya “Em Hemû Asayiş in” çalakiya kon vedanê hat destpêkirin.
Çalakiya kon vedanê ya li pêşiya avahiya Asayişa Êzdixan 101 roj li pêy xwe hişt.
Gelê herêmê her roj serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ji çalakgeran re raber dikin.
Di van rojên gefên artêşa Iraqê ên li ser Şengalê zêdebûyî de, endamên partî û saziyên Êzidiya li dora konê berxwedanê kom dibin.
Endama Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan Fehîma Silêman bi van gotinan balê dikşîne ser çalakiya konê berxwedanê.