Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YPS: Dema germkirina lûleya Çiyager hatiye 12.03.2021

 

FERMANDARÊ NEMIR Ê SÛRÊ ÇIYAGER HÊVÎ
YPS: DEMA GERMKIRINA LÛLEYA ÇIYAGER HATIYE

14’ê Tebaxa 2015’an li navçeya Sûrê Amedê, weke gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê xwerêveberî hat ragihandin.

Dewleta Tirk mîna deverên din bi êrişên ji bo qirkirinê berê xwe da Sûrê.

Bi qasî 100 ciwanên Kurd di bin banê YPS’ê de biryara berxwedaneke dîrokî ya demdirêj dan.

Fermandarê wan Cîhat Turkan bi nasnav Çiyager Hêvî bû.

Berxwedana li Sûra dîrokî 7 mehan, an go ji 14’ê Tebaxa 2015’an heta 14’ê Adara 2016an dewam kir.

12’ê Adara 2016’an fermandarê vê berxwedana dîrokî Çiyager Hêvî şehîd bû.

Koordînasyona YPS’ê di salvegera şehîd Çiyager de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de şerê heyî weke şerê manûnemanê û azadiyê hat binavkirin û wiha hat gotin:

Pîlana wan a çokdanînê ya 2014’an li Çiyageran qelibî û hilweşiya.

Heval Çiyager çoka bi dehan tabûrên artêşa dewleta Tirk li Sûrê danî erdê.

Roja Heval Çiyager beşdarî Têkoşîna Azadiyê bû, ew roj bû, ku çok li ber dijmin danayne.

Ew li her derê fermandar bû.

Di daxuyaniyê de serketina dîrokî ya gerîlayan a li Garê li dijî dagirkeriya Tirk hat destnîşankirin û wiha hat gotin:

Hevrêyên Çiyager herî dawî li Garê artêşa bi milyonan a NATO’yê têk birin.

Çiyager fermandarekî welê bû, ku çok danaynî, çoka dijmin datanî.

Em ê jî weke paşiyên wî ti carî çokê daneynin.

Êdî dem hatiye, ku li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyê lûleya çeka Heval Çiyager a qet sarnebûyî, ji nû ve germ bikin.

Emê dilsoziya bi fermandarê xwe Heval Çiyager re di paşerojê de bi pratîka xwe zelal bikin.

1981’ê li gundê Kedîlê yê navçeya Batmanê Kercosê ji dayîk bû.

Dibistanên sereteayî, navîn û amadeyî li Batmanê, zanîngeh li Amedê qedand.

6 salan li Amedê ma û 2004’an cara pêşî çû çiyayên Kurdistanê.

2005’an bi sedan ciwan dan pey xwe û ew birin çiyayên Kurdistanê.

Zêdetirî 10 salan li gelek deverên Kurdistanê bi awayekî çalak xebitî.

Di demeke kin de bû yek ji fermandarên gerîla li herêma Amedê.

Ber bi roja şehadeta xwe ve li Sûra Amedê ew gotina dîrokî kir:

“Encam çi dibe bila bibe wê dawî muhteşem be.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv