LI SER ŞENGALÊ HEWLDANA FERMANEKE NÛ
LI GELEK NAVENDÊN EWRÛPAYÊ KURDISTANÎ JI BO ŞENGALÊ LI QADAN BÛN
Di serî de Êzidî pêkhateyên Şengalê li dijî peymana PDK, Dewleta Tirk û hukûmeta Iraqê her roj li qadane.
Li derveyî welêt jî çalakiyên ji bo piştgiriya bi berxwedana Şengaliyan re pêk tên.
Yek ji wan çalakiyan li paytexta Almanyayê Berlînê hat lidarxistin.
Siyasetmedarê Alman Dr. Nîck Braûns jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di axaftinan de peymana PDK, Dewleta Tirk û Hukûmeta Iraqê ya li ser Şengalê hat protestokirin.
Bi pêşengiya endamên tevgera ciwanên şoreşger meşek jî li Stûttgartê pêk hat.
Kurdistaniyên li Swîsreyê jî ji bo Şengalê li qadan bûn.
Li bajarên Bîel, Zurîh, Solothûrn û Lozanê çalakî hebûn û gefên li ser Şengalê hatin protestokirin.
Kurdistaniyan diyar kir ku ew ê rê nedin fermaneke nû..
Çalakiya li bajarê Hollandayê Den Haagê jî li ber avahiya sefaretxaneya Iraqê hate lidarxistin..
Hevserokê DEM-NED’ê Huseyîn Yildiz di çalakiyê axivî û banga xwedîderketina li Şengalê kir.
Bi heman armancê çalakiyek jî li paytexta Belçîkayê Brûkselê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî pêk hat..
LI SER ŞENGALÊ HEWLDANA FERMANEKE NÛ
KOORDÎNASYONA CIVAKA ÊZIDÎ BANGA TEVLÎBÛNA ÇALAKIYÊN LI ALMANYAYÊ KIR
Di vê navberê de bi pêşengiya Koordînasyona Civaka Êzidî wê li gelek bajarên Almanyayê meş û mitîng bên organîzekirin.
Koordînasyona Civaka Êzidî bang li tevahiya Kurdistaniyan kir ku tevlî çalakiyan bibin.
Plansaziya çalakiyên bên lidarxistin wiha ye.
13.03.2021
MEŞ
BÎELEFELD, HANNOVER, BERLÎN, OLDENBÛRG, MUNSTER,
WESEL, EMMERÎCH, DÛÎSBÛRG, SAARBRUCKEN, BREMEN
14.03.2021
CIVÎN
CELLE, BÎELEFELD, WESEL,
EMMERÎCH, BREMEN, SAABRUCKEN
15-19. 03.2021
MÎTÎNG
HANNOVER, BÎELEFELD, WESEL Û EMMERÎCH
19.03.2021
MEŞ
CELLÊ