LI SER ŞENGALÊ HEWLDANA FERMANEKE NÛ
JI 50 PARTÎ Û RÊXISTINAN BANG: PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ BETAL BIKIN
Li aliyê din 50 partî û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewrûpayê, ku di nava wan de YNK, PYD, Tevgera Goran, KCDK-E, TJK-E, PJAK jî heyî bangek ji bo Şengalê weşandin.
Di banga hevpar de wiha hat gotin:
Divê hukûmeta Iraqê peymana 9’ê Cotmehê betal bike.
Dewleta Tirk dixwaze bi Şengalê tevahiya Kurdistanê dagir bike.
Em bi hêza xwe hemûyî li rex civaka Êzîdî û berxwedana wê ne.
Divê gelê Kurdistanê ji bo Şengalê timî di nava tevgerê de be.