Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selîm Ferat: ‘Ji vê kaosê Kurdistan derdikeve’

 

JI VÊ KAOSÊ KURDISTAN DERDIKEVE
SELÎM FERAT / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Pêşketinên têkildarî Kurdistanê, tije kaose. Qaşo Rojava ji bo Tirkiyê talûke ye. Ji bo Kobanê bidest bixe Enqere amadekariyan dike.

Dîroknasê Rûsî Stanîslav Îvanov, diyar dike ku “Erdogan Pûtîn îkna kiriye… Erdogan bo careke din Idlibê di bin kontrola xwe de bihêle û êrişên li dijî Kurdan aniye rojevê.”

Piştî ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayên HPG’ê xazên kîmyewî bikaranî, Kurd bi dirûşma “Erdoganê kîmyewî” li parzemînan çalakiyan lidar xistin.

Di şîroveyeke Reutersê ya 17 Cotmehê de nîşe hatiye kirin ku Merkel di serdana xwe ya Enqerê de, têkildarî tevgera leşkerî ya li dijî Sûriyê (Rojava) hevdîtin kiriye.

Tê gotin ku Erdogan di hevdîtina bi Bîden re ya li lûtkeya G-20’an, ji bo tevgera leşkerî erêkirina DYA’yê negirtiye.

Tesbîta nivîskarê The Hîll Sean D. Carberry, a “ji bo kontrolkirina DAIŞ’ê alternatîfa herî baş Kurdistaneke serbixwe ye” wekî opsiyona derketina ji kaosê tê nîşandan. Heman nivîskar “nerazîbûna Îran, Iraq, û Tirkiyê ya li hemberî avabûna dewleta kurd” jî wekî asteng nabîne. Sedema wê jî weke “pêdiviya ewlehiya navnetewî” nîşan dide.

Ji bo ewlehiya cîhana rojava biryardayîna avakirina Kurdistanê, heyî dikare bibe hamleyeke bibandor ku li statukoyên heyî serobino bike.

1’ê Mijdarê roja cîhanî ya Kobanê, wekî sembola têkoşînê ya li dijî terorê, ji bo gelên Rojava serkeftin û ji bo cîhana Rojava jî mli hemberî talûkeyan wekî mertal, xwedî hêzeke wisa ye ku kare du aliyên dijber bîne cem hev.

Piçek zor e ku Cîhana Rojava (DYA, YA) ev kartê bi bandor, li hemberî têkiliyên Rûyayê ji destê xwe derxe.

Tevî van tabloyên kaotîk ku tê dîtin jî; em bi diyardeyeke ku pir basît tê dîtin lê di rastiyê de tineye re rû bi rû ne.

Pirsgirêk ya gelên Tirk, Ereb û Farsa ye. Pitraniya van gelan piştgirî didin welatê xwe ku Kurd nikaribin qedera xwe tayîn bikin.

Ji aliyê Kurdan ve pirsgirêk bi hevokeke pir basît hatiye ziman: “Evder Kurdistna e!”

Esnafekî Misircê yê Kurd Cemîl Taşkesen di sohbeta çayê de, ji Meral Akşenera ku di serdema Çîllerê de wezîrtiya rewşa awarte dir re ragihandiye. Piştî hat girtin û berdan gotiye “min heqîqetê aniye ziman.” Texmîn dikir ku wê were gritin. Taşkesen mirovekî pîr û pak e. Qet saf nîne…

Heqîqetê aniye ziman: “Di serdema Osmaniyan de jî Kurdistan hebû, îro jî heye”. Dema qala Kurdistanê kiriye ne tenê ji bo bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava jî aniye ziman.

Di heman rojan de Dûran Kalkan jî di daxuyaniyeke xwe de nirxandinek kiriye û gotiye; “Çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya li Kurdistanê, dikare bi xweparastinê pêk were.” Bi vê nirxandina xwe, bi awayekî din Esnafê Misircî Taşkesen şîrove kiriye.

1’ê mijdarê roja cîhanî û berxwedana Kobanê hat pîrozkirin.

PYD ban kir ku “ji vê berxwedana bê hempa ders were derxistin.” Derseke ku ji vê serpêhatiye were derxistin jî ewe ku ew rewşa weke kaos tê qebûlkirin, di rastiyê de ne kaose.

Gel bi berxwedana hevpar, ji vê kaosê dikarin Kurdistanek derxin…

“Tevî Erdoganê kîmyewî jî!”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv