Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘Kirinên PDK’ê ji fermanê xirabtir in’

 

KIRINÊN PDK’Ê JI FERMANÊ XIRABTIR IN
HÊLÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Piştî hilbijartinan PDK’ê dîsa li hemberî Şengalê dest bi gefan kir. Nêçîrvan Barzanî ji hikûmeta Iraqê yê hêzên leşkerî re eşkere got; hûn çima bi ser Şengalê de nameşin. Dixwaze, Êzidiyan bi artêşa Iraqê bide perçiqandin û pişt re ew bixwe jî bibe serwerê Şengalê.

Di 2014’an de Şengal radestî DAIŞ’ê kirin, niha jî dixwazin bi rêya artêşa Iraqê bikevin Şengalê. Heta difikirin berê dewleta Tirk jî bidin Şengalê, dewleta Tirk êrişî Şengalê bike ku Êzidiyên xweseriyê dixwazin tine bikin.

PDK’ê heta niha herdem ji bo têkbirina hêzên siyasî yên Kurd ku rakîbê xwe dibîne polîtîkaya bikaranîna Îran, Iraq û Tirkiye meşand. Niha hewl dide li Şengalê jî vê polîtîkayê pêk bîne. Hîn jî bi polîtîkayên beriya dehan salan tevdigere…

Tevî ku PDK’ê li gel xwe hêzên din yên siyasî yên Başûr jî biriye îflasê, dikare xwe serkeftî nîşan bide; heta wî heqî dide xwe li Şengalê êrişî Êzidiyan bike û Şengalê bi dest bixe. Ji vê re poşmanî tê gotin. 80 ji sedî yê Kurdan heta zêdeyî vê rêjeyê, gel PDK red kiriye. Ji ber ew dengên li Kurdistanê piştrast bûne, rastî %20-25’ê hilbijêran tê. PDK îdîa dike nîvê van dengan wergirtiye. Ev jî herî zêde teqabulî ji %13’ê gelê Başûrê Kurdistanê dike. Partiyekî ku rêjeya wê ya dengan di vî astî de çawa xwe serkeftî dibîne? Çawa hema piştî vê hilbijartinê difikire êrişî Şengalê bike?

PDK hebûna YBŞ’ê û asayişê ku hêzên parastina Êzidiya nin, li pêşberî vegera Êzidiyan ya Şengalê wekî astengî nîşan dide. Heta bi vê sebebê hewl dide Iraqê bi ser Êzidiyan de bajo. Enceq ya ku Êzidiyan li wargehan rehîn digire û vegera wan ya Şengalê asteng dike PDK ye. Dihêle ku dewleta Tirk êrişî Şengalê bike. Pişt re heman PDK bi vê hêcetê radibe propagandaya Şengal “ne ewleye” dike.

PDK vegera Êzidiyên li wargehan asteng dike, wan wekî depoya dengan bi kar tîne; li aliyê din di qada navnetewî de bi gotina ez malovaniya Êzidiyan dikim, xwedî li wan derdikevim ji hêz û saziyên navnetewî desteka maddî werdigire. Herwiha van penaberan weke sebeb nîşan dide, hewl dide ji polîtîkaya wê ya Şengalê destekê wergire.

74 ferman bi ser Êzidiyan de hatin. PDK ya ku li ser Êzidiyan polîtîkayekî ne exlaqî û wijdanî dişopîne, ya ji fermanan xiraptir tîne serê Êzidiyan. Ev jî dişibe qirkirina 3’ê Tebaxê. Divê PDK dest ji vê polîtîkayê berde. An jî dê ax û hewara Êzidiyên mezlûm PDK’ê xirab li erdê bixe.

Gelê Kurd hemû, hêzên demokrasiyê û mirovahî tev divê li hemberî êrişên PDK, dewleta Tirk û Iraqê yên li ser Şengalê hişyar bin; pêşiya van êrişan bigirin ku ji bo Êzidiyan dê bibe fermanek nû.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv