Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: ‘Hewl didin îradeya Rêber Apo bişkînin û wî tasfiye bikin’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
HEWL DIDIN ÎRADEYA RÊBER APO BIŞKÎNIN Û WÎ TASFIYE BIKIN

Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Mustafa Karasu di bernameya Taybet a televîzyona Medyahaberê de rojeva aliyê Kurd nirxand.

Mijara destpêkê ya ku Mustafa Karasu li ser rawestiya, tecrîda li ser rêber Apo bû.

Karasu da zanîn ku di nava tecrîdê de, rêber apo bi cezayên psîkolojîk re jî rû bi rû dimîne û weha axivî:

“Di çarçoveya şerê qirêj de, cezayê derketina voltayê lê hatiye birîn û ev yek divê weke tolhildana dewleta Tirk were dîtin.

Jixwe gava cezayê îdamê lê hatibû birîn, digotin wê heta hetayê îşkenceyê bibîne.

Yanî dibêjin te Kurd hişyar kirine, em jî te ceza dikin.

Yanî cezayek lê hatiye birîn ku, ji ber dema derketiye voltayê bi hevalekî xwe re axiviye, gotine dema tu di voltayê de ye, divê neaxive.

Lê herkes dizane ku armanca voltayê derketina derve ya ji bo sporê ye û mirov di voltayê de bi hevalên xwe re diaxive.

Ango cezayekî wisa di dîroka mirovahiyê de nîne.

Ev bi hezxaran salan e girtîgeh hene, lê tiştekî wiha nehatiye dîtin.

Ev jî derdixe holê ku çawa, di şexsê Rêber Apo de, nêzîkî kurdan dibin.”

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
NÊZÎKATIYA LI RÊBER APO, SIYASETA QIRKIRINA GELEKÎ YE

Endamê Konseya Rêveberiya KCK’Ê Mustafa Karasu, di axaftina xwe de bi dirêjahîş li ser zextên dewletê rawestiya û got dewleta Tirk ji helwesta navneteweyî cesared digre.

Karasû bi bîrxist ku saziyên weke SPTÎyê dibînin ku çi îşkance li Îmraliyê tê kirin û vana li hemberî vê yekê dengên xwe dernaxin.

Ji vê helwestê jî, hêzên navdewletî yên ku li Rêber APO komplo kirine berpirsiyar in.

Karasu wiha axivî:

“Bi komployekê Rêber Apo teslîmî vê dewleta wiha kirin.

Eger li devereke din cezayekî wisa hatiba dayîn wê qiyamet rakirina.

Hêzên di nava vê komloyê de cîh girtine, ma nabînin ku çawa kesekî dîlgirtî, nikare bi malbata xwe re ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Ev yek gelekî eşkere tê kirin.

Ev tişta hanê ya Ewrûpa û DYAyê ye jî.

Ev ne tenê kirineke dewleta Tirk e.

Ev yanzdeh salin hevdîtina wî ya bi parêzeran re tê astengkirin.

Tenê careke hiştin wî bibînin, ew jî dixwestin desteka Rêber Apo ya ji bo hilbijartinê peyda bikin.

Ev kirineke dijmirovî ye.

Divê Konseya Ewrûpayê û SÎPÎTÎ mudaxele bikin. Lê nakin. ”

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
VÊ HELWESTA SÎYASETA KURD A LI HEMBER RÊBER APO CÎHÊ ŞERMÊ YE

Endamê Konseya Rêveber Mûstafa Karasû hewlesta giştî ya siyaseta Kurd a li hemberîî Îmraliyê jî rexne kir.

Karasû da zanîn ku rêberekî Kurd ê ewqas gel hişyar kiriye, di îşkenceyê de ye û rêxistinên Kurd vê yekê nabînin.

Vê helwesta hin beşên siyaseta Kurd jî cihê şermê ye.

Karasû wiha axivî:

“Rêberekî bi milyonan Kurdan e ku beşekî mezin a gel piştgiriya wî dike, siyaseta Kurd wî bêxwedî dihêle.

Niha PKK li hemû perçeyên Kurdistanê ji yên din zêdetir xwediyê piştgitiyê ye.

Niha kesê ji vî gelî re rêbertî kiriye ev 23 sal in, girtî ye û muameleyeke nebaş lê tê kirin.

Lêbelê li Başûr PDK dengê ji vê yekê re dernexistiye.

Partiyên din jî, YNK, Goran, Yekgirtû an jî komala ka çawa dikarin wisa bêdeng bimînin.

Di serî de PDK, hemû partî li Rêber APO xwedî derneketine. Ev yek ji bo hemû partiyan cîhê şermê ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv