Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Encama Zîrveya G20’an: Wê şîrketên zengîn ji 2023 pê ve 15% bacê bidin dewletan

 

ENCAMA ZÎRVEYA G20’AN
WÊ ŞÎRKETÊN ZENGÎN JI 2023 PÊ VE 15% BACÊ BIDIN DEWLETAN

dewletên herî zengîn ên cîhanê, dawiya heftê li paytexta Îtalya Romayê ji bo civîna Koma G-20’an hatin cem hev.

Her çiqes mijara civînê têkildarî di siyaseta hevbeş ya derbarê avhewayê bû jî, bal bi temamî qulibî pirsyarên li ser bac û maliyeta dewletan.

Rayedaran diyar kirin ku ji bo bikarin bi hev re di asta navnetewî de li ser projeyan kar bikin, pêdivî bi çavkaniyeke hevbeş a pereyan heye.

Li ser pêşniyara Amerîkayê, wê şîrketên mezin ên cîhanê di vî warî de bibi alîkar.

Li gor vê, wê şîrketên mezin mecbûr bin pareke adil ya ji bo bacê bikin bêrika civakê.

Rêjeya ku hat pêşniyarkirin ku wê ji 2023’an pê ve were ferzkirin, baca ji sedê 15’an e.

Ev jî vê pirsê derdixe holê ku şîrketên xwedî dahateke dêwane, ka çawa heta niha piraniya bacên xwe nedane?

Bersiva vê, helbet bi tifaqên wan ên bi dewletan ve girêdayî ye.

Beriya niha, ji bo şîrketeke biryar bide avahiyên xwe li welatekî bicih bike û li wir berheman hilberîne, hikumet soz dan ku hindiktir bacê ji wan bixwazin.

Bi gotineke din, şîrket li welatên ku baca wê herî kêm e kargfehên xwe ava kirin.

Bi vî awayî hem dewlet pera qezenc kirin û hem jî şîrketên mezin bi xêra wan ji berpirsyariya bacê xilas bûn.

Niha bi biryara vê civînê, wê êdî pêşî li vê were girtin.

Nûnerên 136 dewletan, biryarnameya G-20’an erê kirin û mohra xwe li bin danîn.

Tê hêvîkirin bi vê rêyê her sal herî kêm 150 milyar Dollar werin berhev kirin û ji bo projeyên navnetewî werin bikaranîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv