Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistina rewşa hewayê ya cîhanê hişyarî da: ‘Pîleya germa global zêde bûye’

 

RÊXISTINA REWŞA HEWAYÊ YA CÎHANÊ HIŞYARÎ DA:
“PÎLEYA GERMA GLOBAL ZÊDE BÛYE, LI GRONLANDÊ ŞÛNA BERFÊ BARAN DIBARE”

Rêxistina rewşa hewayê ya cîhanê WMO, di destpêka Konferansa Avhewayê ya Cîhanê de daneyên dawî parve kir.

Li gorî daneyan, îsal wê bibe yek ji sala herî germ a 7 salên dawî.

WMO, bûyera hewayê ya La Nîna ku çend salan carekê rû dide jî wek destpêka bandoreke cemidandinê nirxand.

Li gorî daneyên WMO’yê ku heta dawiya meha Îlonê pîvaye, îsal ji sala 1850’yî heta 1900’î, di ser asta 1.09 pile ya germahiya global tê hesibandin.

Sala herî germ a heta niha, bi 1.2 pileyî sala 2016’an bû.

Bandora guhertina avhewayê li gelek deveran xwe nîşan da.

Yekem car li cihê herî bilind ê qeşaya Gronlandê, li şûna berfê, baran barî.

Li rojavayê Dewletên Yekbûyîyê Amerîkayê û li Kanadayê pêla germahiya global bi 6 pileyî zêde bû.

Li Tûnis, Sîcîlya, Spanya, Tirkiye û derdora Derya Spî germahî di asta rekorê de bilind bû.

Her wiha li gelek deveran daristan şewitîn.

Li Çîn û Ewrûpayê ji ber barana zêde lehî rabûn.

Li Başûrê Emerîkayê du salan ser hev hişkesaliek giran rû da.

Li gorî texmînan, okyanûsan heta niha ji sedî 23’ê emîsyonên karbondîoksîtê mêtiye.

Rêxistinê bal kişand ser encamên giran û got:

“Hişkesalî ango ziwabûna avhewayê û lehî dibin sedem ku çavkaniyên debarê yên bi milyonan mirovî ji holê rabin.

Hejmara mirovên ji ber birçîbûnê dimirin zêde bûne. Bi milyonan mirov ji herêmên ku jiyan lê ne pêkane koç dikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv