Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCDK-E’yê li dijî çekên kîmyewî banga çalakiya li Den Haagê kir

KCDK-E ji bo ku OPCW heyeteke bişîne ba qadên ku artêşa Tirk a dagirker li Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye, wê di 3’ê Mijdarê de li pêşiya avahiya OPCW’ê ya li Den Haagê kom bibe. KCDK-E’yê banga tevlêbûna çalakiyan kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E) diyar kir ku dewleta Tirk li gorî tu peymanên navneteweyî tevnagere û li Herêmên Parastinê yên Medyayê sûc şer dike û çekên kîmyewî bi kar tîne. KCDK-E ji bo ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) biçe li wan deran lêkolînan bike wê di 3’ê Mijdarê de li Den Haagê meşekê li dar bixe. KCDK-E’yê banga tevlêbûna meşê kir.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Êrişên li ser Sûriye û Iraqê yên dewleta Tirk didome. Artêşa Tirk a niha li ser axa Başûrê Kurdistanê nêzî deh hezar leşker, 48 baregehên leşkerî, qereqol û qada helîkopterê wê heye. Vê rewşa wê ne li gorî tu peymanên navneteweyî ye.

Artêşa Tirk di 23’ê Nîsanê de li Başûrê Kurdistanê êrişên dagirker dabû destpêkirin û hemû hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye û sûcê şer dike. Artêşa Tirk li herêmên wekî Metîna, Avaşîn û Zapê gelek caran bombeyên kîmyewî bi kar aniye û di van êrişan de bi dehan gerîla şehîd bûne.

Dewleta Tirk vî şerê qirêj ne bi tenê li dijî qadên gerîlayan kiriye di heman demê de cih û warên sivîlan jî bomberdûman kiriye û polîtîkaya valakirina gundên li Başûrê Kurdistanê xistiye dewrê.

Gelê Kurd li Ewropa û Kurdistanê gelek çalakiyan li dar dixe û diyar dike ku dewleta Tirk bombeyên kîmyewî bi kar tîne.

Ligel ku ev qasî belge, gilî û agahî hene NY,YE, Konseya Ewropayê û OPCW tiştekî nakin, ev jî tê wateya ku ew şirîkên sûcê mirovayetiyê ne.

Lêkolîna li qadên ku gazên jehrî lê hatine bikaranîn û tevdîra li pêşiya vî tiştî peywira OPCW’ê ye. Divê OPCW nehêle ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar bîne û destûrê nede ku zêdetir sûcê şer were kirin.

Em dixwazin OPCW heyetekê bişîne qadên Zap, Metîna û Avaşînê. Bi vê wesîleyê di 3’ê Mijdarê de li pêşiya avahiya OPCW a li bajarê Den Haagê ya li Hollandayê em ê bi tevlêbûna Kurdan û dostên xwe kom bibin. Em bang li hemû jin, zarok, kal, pîr, demokrat, dijberên şer, tevgerên ekolojîst, rêxistinên jinan dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin.

Di 3’ê Mijdarê de saet di 13.00’an de em ê li pêşiya avahiya Dîwana Edaletê ya Laheyê ya li Carnegieplein 2, 2517 KJ Den Haagê kom bibin û bimeşin heta avahiya OPCW a li Johan de Wittlaan 32, 2517 JR, Den Haagê. Wê piştre li wê derê mîtîngek were lidarxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv