Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: ‘Ji bo hilweşandina faşîzmê hîn bêtir cesaret divê’

 

JI BO HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ HÎN BÊHTIR CESARET DIVÊ
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Li kolanên Enqere, Stenbol Û Îzmîrê dirûşmên “Hikumet îstifa”, “Tayyîp îstifa” têne qîrîn. Jinên ku 25’ê Mijdarê tundiya mêr û dewletê şermezar kirin, bi rengekî girseyî ev dirûşm qêriyan.

Eger jinan dest avêtibin karekî, ew kar êdî temam e. Yanî dawî li faşîzma AKP-MHP’ê hatiye.

Ne Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî, ne jî Kemal Kiliçdaroglû wê nikaribin li pêşiya vê yekê bibin asteng.

Baş e, tespîtên me yên bingehîn çi bûn?

Ya yekemîn; bi têkoşîna gel û gerîlayên Kurd û hêzên şoreşger-demokratîk ên Tirkiyeyê re, di sala 2021’ê de faşîzma AKP-MHP’ê têk çû, lê hînê hilneweşiya ye.

Du, wê hilweşîn di sala 2022’yan de pêk were. Faşîzma AKP-MHP’ê ya çûyînê ye, êdî kes nikare wê li ser piyan bihêle.

Sisê, ev hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê bi hilbijartinê jî dibe bi zorê jî dibe. Yanî li kolanan jî dikare bibe li ser sindoqên hilbijartinê jî dikare bibe. Herdu rê jî derbasdar e û divê muxalefeta şoreşger-demokratîk a rasteqîn xwe li gorî van herdu alternatîfan amade bike.

Ev pêvajoya guherîna siyasî niha destpê kiriye. Mîna ku hin kes îdîa dike yan jî tînin ziman, nedanîna sindoqa hilbijartinê û nekirina hilbijartinê ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve di her şert û mercî de derbasdar nîne.

Nêrîna ku dibêje, bi daxwaza xwe wê hilbijartinê neke, rast xuya dike. Lê belê her tişt li gorî dil û daxwaza Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî nabe.

Eger gelên Tirkiyeyê û hêzên siyasî yên derve ferz bikin, wê rêveberiya AKP-MHP’ê mîna berxikan biçe ser sindoqa hilbijartinê.

Ji xwe dema ku nîşaneyên di vî warî de çêbûn, Tirkiye yekser kete nava atmosfera ku mîna wê hilbijartin çêbibe.
(…)

Bala xwe bidinê, girseya ku niha derdikeve kolanan û daxwaza îstifaya hikumetê dike, vê bangê ji bo vê gavê bi armanca hilbijartinê dike.

Di serî de rêveberiya CHP’ê, rêveberiyên partiyên din nikarin xwedî li vê bang û daxwazê jî derkevin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di her rewşeke wiha de bang li gel dike ku dernekeve qadan û li dijî faşîzmê li mala xwe lawaz bimînin. Helwesta rêveberiya ÎYÎ Partî, partiyên DEVA û Paşerojê yên ji AKP’ê qut bûne jî, ji vê yekê ne cuda ye.

Ya rast, AKP-MHP bi xwe li ser piyan namîne, ev rewş û helwesta qaşo yên dijberê wê, AKP-MHP’ê li ser desthilatdariyê dihêle.
(…)

Xuya ye ne tenê faşîzma AKP-MHP’ê her wiha ev rewşa muxalefeta siyasî jî hilbijartinê dereng dixîne.

Ji ber ku saziya siyasetê nikare deriyê hilbijartinê veke, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê tenê rêyek dimîne; hêza kolanan, di serî de jin û ciwan têkoşîna şoreşgerî ya gelan.
(…)

Îro komên biçûk daketibin qadan jî sibe hejmar wê zêde bibe, wê veguhere girseyên mezin.

Eger îro tê xwestin ku pêşî li faşîzmê be vekirin, eger ev neyê kirin sibe dibe ku çalakiyên ji bo hilweşandina faşîzmê bikevin rojevê.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv