Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi hinceta ku alîkarî daye Rojava, destûr nayê dayîn ku biçe 26 welatan

Bi hinceta ku alîkarî daye Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destûr nayê dayîn ku rojnamegerê Îngilîz Matt Broomfîeld biçe 26 welatên ku endamên Schengenê de. Li ser daxwaza Elmanyayê ev tişt pêk hat.

Hefteya borî bi hinceta ku piştgiriya Têkoşîna Azadiya Kurdan kiriye Elmanyayê çalakvana Îspanyol Marîa V. dersînor kiribû û qedexe kiribû ku heta 20 salan ew ê nikaribe were Elmanyayê. Elmanyayê biryareke wekî vêya ji bo rojnamegerê Îngilîz Matt Broomfîeld jî da.

Broomfîeld bi qasî sê salan li Rojava ma û ji bo ‘Vîce’, ‘Independent’ û ‘New Statesman’ê geşedanên li Rojava û nûçe amade kir. Ji ber ku Broomfîeld bala xwe dabû ser şoreşa Rojava, Elmanya di serî de welatên din jî tirsiyan.

Broomfîeld di 27’ê Nîsana 2021’an de dema bi keştiyê ji Yewnanistanê diçû Îtalyayê ji aliyê polîsên Îtalyan hatibû destgîrkirin û teslîmî rayedarên Yewnanistanê hatibû kirin û piştî du mehan ew şandibûn Îngîltereyê.

ELMANYAYÊ XWEST EW NIKARIBE BIÇE 26 WELATAN

Broomfîeld diyar kir dema ku ew teslîmî Îngîtereyê hatiye kirin, çûna wî ya welatên Schengenê jî hatiye qedexekirin. 26 welatên Ewropayê ev peymana Schengenê îmze kirine û hate diyarkirin Elmanyayê ev tişt xwestiye.

Broomfîeld diyar kir sedema ku welatên Schengenê li wî qedexe kirine ev e ku Ewropayiyên ku piştgiriyê didin Rojava werin tirsandin. Broomfîeld got “Piştgiriya ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û mafên jinan divê ne sûc be. Astengkirina seyahatê ya çalakvanên ku piştgiriyê didin têkoşîna Rojava û gelê Kurd, nayê qebûlkirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv