Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘Bi hev re PKK’ê ji lîsteyê derxin’

 

BI HEV RE PKK’Ê JI LÎSTEYÊ DERXIN
HELÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Salvegera 43’yan a damezrandina PKK’ê gelekî watedar hate pîroz kirin. Bibinxistina êrişên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ev pîrozbahî bi coştir kir. Ji aliyekî din ve di vê salvegerê de PKK partiyeke çawa ye, baştir derkete holê. Hate ziman ku PKK ne tenê partiyek e ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe.

Hate diyar kirin ku PKK ji bo azadiya jinan tekoşîneke mezin dike. Ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo azadiya jinên Rojhilata Navîn û cîhanê jî piştgiriyeke mezin dike. Êdî ev rastî tê qebûlkirin ku PKK ji bo bipêşxistina tekoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê jî, partiyeke pêşeng e.

Di salvegera 43’yan de, tekoşîna derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst de jî, gihaye astekê. Êdî cîhan hemû dizane ku ji ber dewleta Tirk endamê NATO’yê ye, PKK xistine lîsteya terorê.

Yekane sedema ku PKK xistine lîsteyeke wiha jî, ji ber têkîliyên berjewendiyan ên dewleta Tirk ên bi Ewrûpa û Emerikayê re ne. PKK îro partiyek û tevgereke siyasî ya herî azadîxwaz û herî demokratîk a cîhanê ye. Krîmînalîzekirin û qedexekirina partiyeke wiha, ji bo Ewrûpa û Emerîkayê şermek e. Vê gavê hêzên demokrasiyê yên Ewrûpa û Emerîkayê jî qedexekirina PKK’ê wiha dinirxînin.
(…)

Ji vî alî ve, temenê vê qedexeyê jî ne dirêj e. Ev qedexeya ku gelên cîhanê û hêzên wan ên demokrasiyê qebûl nakin, wê dewletên Ewrûpa û Emerîkayê jî neçar bimînin rakin. Ji ber ku ev biryar û qedexekirina PKK’ê, van welatan gelekî teşhîr dike. Derdikeve holê ku derbarê demokrasî, azadî û huqûqê de ji dil û dilsoz nînin.
(…)

Di xistina lîsteya terorê ya PKK’ê de, rola PDK’ê jî heye. Di qonaxa komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de jî, derbarê PKK’ê ku weke rêxistineke terorê ye, dosye amade kiribûn û şandibûn welatên dewletên Ewrûpa û dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. PDK niha jî dema bi welatên Ewrûpa, Amerîka û welatên din re hevdîtinan dike, weke dewleta tirk, ew jî dibêje PKK rêxistineke terorê ye.

Wisa ye ku PDK û rêxistinên girêdayî PDK’ê, dixwazin hêza siyasî ya tevgera azadiya Rojava PYD û hêza wê ya leşkerî YPG-YPJ û QSD jî bikevin lîsteya rêxistinên terorê. Bi vî rengî xizmeteke wiha jî didin dewleta tirk.

Vê gavê divê partiyên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê werin gel hev û ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, kar bikin… Divê partî hemû, ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, ji PDK’ê jî bixwazin ku bibe xwedî helwêst.
(…)

Kurt û kurmancî; erka derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya Ewrûpayê, di serî de dikeve ser milên partiyên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv