Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: ‘Dema hesabpirsîna ji kujeran’

 

DEMA HESABPIRSÎNA JI KUJERAN
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê Şukru Serhat 17’ê Îlonê li Silêmaniyê hat qetilkirin. Di nava vê hefteya derbasbûyî de daxuyaniyên girîng hatin dayin ku bûyera kuştinê şermezar kirin.

Hin ji rêveberên YNK’ê yên ku Silêmaniyeyê bi rê ve dibin daxuyaniyên girîng dan û diyar kirin ku kujer wê bêne dîtin û darizandin. Lê belê tevî ku hefteyek di ser re derbas bûye hîn jî têkildarî kujeran agahiyeke şênber nîne. Qet nebe daxuyaniyek bi vî rengî ji raya giştî re nehatiye dayin. Ji niha ve fikar çêbûne ku wê ‘kujerên bûyerê veşartî bimînin’.

Bêguman kuştina Şukru Serhat (Yasîn Bûlût) li Silêmaniyeyê ne bûyera kuştinê ya destpêkê ye ku ji aliyê MÎT a Tirk ve hatiye kirin. Demeke kurt beriya vê bûyerê li dijî welatparêzekî Kurd êrişa çekdarî hate kirin ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Silêmaniyeyê bibû û ew welatparêz bi giranî birîndar bûbû.

Pêşmergeyekî berê yê YNK’ê ku berê piştgirî dida têkoşîna azadiyê ya PKK’ê, li hundirê wesayita xwe hate qetilkirin. Par jî endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê Demhat Agît û endamê Komîteya Tenduristiyê Cemîl Amed li Silêmaniyeyê li naverastê bi êrişa balafirên dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Bi kurtasî, qetilkirina Şukru Serhat li Silêmaniyeyê ne bûyera destpêkê ya kuştinê ye ku dewleta Tirk li Silêmaniyeyê kiriye.

Qetilkirina Şukru Serhat dewama van êriş û komkujiyan jî be aliyên vê komkujiyê yên cuda jî hene.

Yek ji wan ew e ku êriş û komkujiyên heta niha li gorî îstîxbaratê bi êrişên hewayî dihatin kirin, lê qetilkirina Şukru Serhat bi îstîxbaratê bi rengê sûîqesta ji bejahî ve hate kirin.

Eşkere ye ku rêveberiya faşîst-qirker a AKP-MHP’ê biryar daye ku li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’iyan û welatparêzên Kurd hemûyan ji bejahî ve bi rêbaza sûîqestê êrişan bike. Ev rewşeke nû ye û qetilkirina Şukru Serhat a li ser vê bingehê hate kirin destpêkeke nû ye.

Bê şik û guman ev bûyera kuştinê ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve hatiye kirin.

Di serî de xelkê Silêmaniyeyê Kurdên welatparêz hemû bi vê têgihiştinê nerazîbûneke girîng li dijî vê bûyera kuştinê nîşan dan.

Bêguman ev nerazîbûn û çalakiyên li ser vê bingehê hatin lidarxistin gelekî girîng in, bi wate ne; lê têrker nînin. Beriya her tiştî divê çalakî bê navber dewam bikin.

Her wiha divê bi rê û rêbazên dewlemend û xurt çalakî bên lidarxistin. Ji bo serketinê jî yekkirina çalakiyan esas e. Ji vê jî girîngtir, divê çalakî ji asta teşhîrkirina rastiya AKP-MHP a faşîst qirker bê derxistin û bigihêje wê astê ku derbên giran lê dixe û bibin çalakiyên tolhildana hesabpirsînê. Yanî mîna ku gerîla dike.

Ji ber ku dem dema hesabpirsîna ji kujerên faşîst-qirker e. Divê kiryarên kujerên faşîst ji wan re nemîne. Pêwîste tola her komkujiyê qat bi qat ji kujerên faşîst hemûyan bê pirsîn.

Mîna ku gerîlayên azadiyê yên Kurd dikin, eşkere xuya dike ku hiqûqa navneteweyî û edalet jî dest bi hesapirsîna ji kujerên faşîst ên AKP-MHP’ê dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv