Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: ‘Berxwedan serkeftinê tîne’

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
BERXWEDAN SERKEFTINÊ TÎNE

Dayika Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê nobeta edaletê digre. Bi israr, bi biryar û bi baweriya ku ew ê bi têkoşîna xwe edaletê mîsoger bike li ber xwe dide. Dîrokê her tim nîşanî me daye ku mirovên bi bawerî û biryar, mirovên bi israr li ber xwe dane teqez her dem bi ser ketine.

Gelek kes dibêjin ‘Ma ev dewlet e’, ‘Ji xwe edalet tune ye. Em çi bikin vala ye’, ‘Ji xwe qanûnan nas nakin’, ‘Tenê bi min/me pirsgirêk çareser nabe’ û wekî wê… Gelek gotinên neyînî û bê hevî tînin ziman. Bê bawerî, bê hevî û bê biryarî hest û sekna koletiyê ye. Eger mirovek bibîne zilm tê kirin û temaşe bike, bi awayekî veşarî ew jî hevkarê wê zilmê ye. Eger mirovek bibîne ku zilm li wî tê kirin û dengê xwe neke, tê wateya ku ew her çend nerazî be jî wê zilmê qebûl dike. Ev jî sekna jiyana koletiyê ye. Kesên kole, zilmê dibînin lê li dijî vê zilmê bêdeng in. Bê çare ne. Perîşan û pepûk in.

Mirovên azad, mirovên xwedî bawerî û mirovên xwedî bi rûmet tu carî zilmê qebûl nakin. Her çend zanibin ku tenê bi têkoşîna wan ew zilma heyî bi dawî nabe jî, dîsa li dijî zilmê serî danaynin. Her tim li dijî zilmê serî radikin. Her tim li ber xwe didin. Dizanin ku ew azad nejîn jî wê nifşê siberoja wan azad bijîn. Mînakên vê yekê jî gelek in. Kesên navdar Gandî, Abdullah Ocalan, Leyla Guven, Rosa Parks, Ahed Tamîmî, Clara Zetkin û gelek kesên din.

Niha jî Emîne Şenyaşar û kurê xwe li ber xwe didin. Bi tena serê xwe dest pê kir lê çalakiya wê her ku diçe mezin dibe. Belav dibe. Îro li pêş Edliyeya Rihayê, wê sibê li pêş edliyeyên gelek bajarên din ev çalakî belav bibe. Ji ber ku dayikên wekî Emîne Şenyaşar zilm li wan hatiye kirin û mafê wan hatiye binpêkirin gelek in. Bi hezaran kurd bi heman zilmê re rû bi rû mane. Çawa ku çalakiya Dayikên Şemiyê bi dayikekê dest pê kir û li Stenbol, Amed, Êlih û Îzmîrê belav bû, çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya dayika Emîne Şenyaşar jî wê li gelek bajaran belav bibe.

Heta niha bi sedan sazî û rêxistinên civakî û partî çûn serdana Malbata Şenyaşar û piştgirî danê. Ev nîşan dide ku dema mirov mafdar û ji doza xwe bawer be, dema mirov bi biryar û israr be, teqez di doza xwe de bi ser dikeve. Dema mirov bi biryar û bawerî li ber xwe bide, teqez bi ser dikeve. Emîne Şenyaşar bi vê çalakiya xwe nîşanî hemû cîhanê da ku zilm li wê hatiye kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv