ASIA NEWS
PÛTÎN Û ERDOGAN LI NAVA BAYÊ ŞERÊ LI SÛRIYÊ TÊN CEM HEV
Asia News li ser hevdîtina ku 29’ê vê mehê di navbera şefên rejîmên tirk û rûs de pêk were, nûçeyek bi vê manşetê ragihand:
Pûtîn û erdogan li nava bayê şerê li Sûriyê hevdîtinekê tên cem hev.
Tê ragihandin ku ev hevdîtina li Soçiyê wê di hewayeke dijwar de pêk were.
Pûtîn wê zextê li Erdogan bike da ku li gel şefê rejîma Şamê Esad re rûnê û komên tundrew ên destekê dide wan, ji Îdlîbê derîne.
Di vegera New Yorkê de, serokomarê tirk Erdogan kêfnexweşiya xwe ya ji têkiliyên amerîkayê re wiha îfade dikir:
Di rewşê de tu elametên xêrê xuya nakin.
Erdoganê ku piştî vê yekê dixwaze têkiliyên xwe bi Rûsyayê re baştir bike, wisa xuya ye tiştê ku hêvî dike wê Pûtîn jî pêşkêşî wî neke.
Ji ber ku Pûtîn ji livûtevgera komên tundrew ên dewleta tirk destekê dide wan, nerihet e.
Beriya hevdîtina Erdogan û Pûtîn, wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dewleta tirk rexne kir û got:
Divê Tirkiye muxalîfên normal ên li Îdlîbê ji komên terorîst cuda bike.