Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: ’24 saliya komploya navnetewî’

 

24 SALIYA KOMPLOYA NAVNETEWÎ
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Komploya navnetwî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat dikeve 24 saliya xwe. Têkoşîna li dijî komployê jî di heman wextî de ye.

Rêveberiya Amerîkayê ji bo tinekirina PKK’ê êrişa komploya navnetewî plan kir. Serokê wê demê yê Amerîkayê Bill Clinton ev biryar erê kir û rêveberiya wî jî pêk anî. Armanca vê planê tinekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tasfiyekirina PKK’ê bû.

Ji bo vê yekê jî zext li serokê wê demê yê Sûrî Hafiz Esad kirin ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan ji Sûrî derxîne. Li gorî planê wê nexistibana Yewnanîstanê û di vegerê de jî wê li hewayê tinekiribana.

Lê Rêber Abdullah Ocalan paşde venegeriya û ji wir çû Rûsyayê. Lewma plana wan a destpêkê têk çû. Li ser vê yekê rêveberiya Amerîkayê li dijî Rêber Apo ket nava tevgerê û li Kenyayê tengav kir, piştre jî radestî Tirkiyê kirin. Ji bo vê planê her kes bi kar anîn. Li aliyekî wê Dewleta Tirk Rêber Apo darve kiriba, li aliyê din wê PKK jî tine biba. Di heman demê de wê têkiliyên Tirkiye û Yewnanîstanê baş bibûna û hêza Amerîka li rojhilata navîn zêde bûya. Lê komplo têk çû. Tirkiyê car caran destek da Amerîkayê û carna jî destek nekir. Amerîkayê rejîma Saddam hilweşand, lê li Sûrî û Îranê tam negihişt armanca xwe. Rêber Apo plana darvekirinê têk bir û plana hilweşandinê jî têk bir. Lewma jî Amerîkayê ji bo serketina komployê Erdogan anî ser rêveberiyê.

19 sal in rêveberiya AKP’ê bi piştgiriya Amerîkayê ji bo serketina komployê xebitî. Erdoganê ku ji bo tinekirina PKK’ê wezîfe girtiye ser xwe, niha ew bi xwe tine dibe.

Rêber apo digot rola Dewleta Tirk a di komployê de gardiyantî ye. 23 sal in Dewleta Tirk vê yekê dike. Erdogan jî vî karî dimeşîne. Amerîkayê di nava 19 salan de gelek firsend û derfet dan Erdogan. Lê encam li holê ye. Erdogan jî wekî Esat Oktay Yildiran karê xwe bi ser nexist.

Erdogan şensekî din dixwaze, lê Amerîka li pey gardiyanekî nû ye û vî şensî nade wî. Ji bo vê yekê Erdogan serî li Rûsyayê da û bi hinek şantajan dixwaze temenê xwe dirêj bike. Bi vê yekê dixwaze şantajê li Amerîkayê jî bike. Lê rizgariya Tirkiyê bi azadiya Kurdan gengaz e.

Li aliyekî MHP’ê AKP qedand, li aliyê din AKP’ê jî Tirkiyê têk bir. Lewma êdî bi xeta AKP’ê rêveberina Tirkiyê nemaye. Ji bo Tirkiyê riyeke nû pêwist e. Ev jî li ser azadiya Kurdan bi demokratîkbûnê pêkan e. Ji bo vê yekê riya HDP’ê vekirî ye. Deklarasyona HDP’ê ji bo vê yekê ye. Bûye ronahiyek ji tarîtiya Tirkiyê ye. Ji bo Amerîkayê êdî şensê dewamkirina komployê nemaye. Êdî xuyaye ku wê di sala 24’an a komployê de faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv