ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
MUDAXELEYA HDP’Ê; BÛ HÊVÎ, BÛ BAWERÎ, BÛ RONAHÎ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya Taybet a televîzyona Medya Haber’ê de deklerasyona dawî ya HDP’ê nirxand.
Ev li ser rewşa nediyar asiyasî ku AKP/MHP’ê Tirkiyê xistiyê bû mudaxeleyek.
Yanî ev mudaxeleya HDP’ê, hêviyek ava kir, bû bawerî, bû nefes û ronahî.
Jixwe pêdiviya Tirkiyê jî bi hêzeke wekî HDP’ê heye.
Rêgezên ku HDP’ê daniye holê dikare bixwe re çareseriyekê bi afirîne.
Ango ew xal in ku pêdiviya Tirkiyê pê heye.
HDP’ê bi vê deklerasyona xwe diyar kir ku hêza demokrasiyê ye û dikare Tirkiyê birêve bibe.
Berovajî pêdiviya HDP’ê bi AKP/MHP’ê û CHP’ê tineye, pêdiviya wan bi HDP’ê heye
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
CHP TÊKILIYEKE BI HDP’Ê RE PÊŞ BIXE DIKARE HÊZA XWE MEZIN BIKE
Dûran Kalkan, diyar kir ku CHP têkiliyeke bi HDP’ê re pêş bixwe dikare hêza xwe jî mezin bike:
Berî her tiştî divê li ser vî şerî bernameyek were amadekirin.
Yanî aliyên vî şerî hene.
Pirsgirêka Kurd şerekî bê eman afirandiye, bi wê dimeşe.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê pirsgirêka vî şerî çareser bibe.
Ji bo çareser bibe jî divê ev şer raweste.
Di vê mijarê de tine ne, tu kes li ser vê mijarê nasekine.
Û pişt re jî muxatabiyetê nîqaş dikin.
Muxatabiyet jî tê wateya alîgiriyê.
Ku tu dixwazî pirsgirêka Kurd çareser bikî alî diyar in; Ew jî aliyên şer in.