Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê amadekariyên 4’emîn kongreya xwe ya asayî dike

 

RÊXISTINA HDP’Ê YA STENBOLÊ
AMADEKARIYÊN 4’EMÎN KONGREYA XWE YA ASAYÎ DIKE

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan HDP, starta amadekariyên 4. Kongreya Xwe ya Asayî ku plan dike di mehên pêşiya me de lidar bixe, da.

Endamên Komîsyona Kongreyê li oteleke navçeya Beyoglû ya Stenbolê têkildarî amadekariyan daxuyanî da çapemeniyê.

Bi dehan endam û rêveberên HDP’ê, sazî û rêxistinên sivîl amade bûn.

Hevberdevka Komîsyona Kongreyê Semîha Yalçin, diyar kir ku welat di nava qeyraneke aborî û civakî de ye û weke berpirsyar jî desthilata faşist a AKP/MHP’ê destnîşan kir.

Semîha Yalçin got; bi pêvajoya nû ya kongreyê re wê mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax bigerin û xebatên xwe bimeşînin.

Her kesên ku demokrasî û azadiyeke rasteqîn dixwazin jî vexwend kongereyê.

PIŞGIRIYA JI BO HDP’Ê ZÊDE DIBE
TIFAQA PÊŞVERÛ BIRYARA XURTKIRINA HEVGIRTINA HDP’Ê QEBÛL KIR

Li aliyê din, Desteya Rêveberiyê ya Tifaqa Pêşverû ku 93 welat û 135 partî di nav de cîh digirin, yekê Cotmehê civiyan.

Di civînê de zextên li ser HDP’ê û doza girtina wê hat nîqaşkirin.

Piştî civînê jî desteyê bi daxuyaniyekê piştgirî da HDP’ê.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku HDP’ê di hilbijartinên dawî de nêzî 6 milyon deng werget û li Meclîsa Tirkiyê bû partiya sêyemîn.

Daxuyanî wiha didome;

Piştî hewldana darbeya 2016’an li Tirkiyê, azadiya fikir û demokrasiyê bû hedef.

Niha jî hevserokên giştî yên berê di serî de, bi hezaran endamên HDP’ê girtî ne û têne girtin.

Divê girtiyên siyasî bên berdan, sûcbariyên siyasî li ser endamên partiyê û qedexeyên li ser HDP’ê bên redkirin.

Em hevgirtin û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna HDP’ê careke din dûbare dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv