Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘Bila DYA komployê rake û prensîbên Wilson ji bo pirsgirêka Kurd jî pêk bîne’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DIVÊ EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ PÊNGAVÊ BIRÊVE BIBIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî.

Dûran Kalkan bi berfirehî komloya li ser Rêber Apo ku 23 sale didome nirxandin.

Dirar kir; pêngava “dem dema azadiyê ye” ku azadiya Rêber Apo armanc dike wê bi berfirehî mezin bikin.

Hem li eniya hiqûqî, hem li eniya siyas û leşkerî, li her qadê divê em pêngava “Dem dema azadiyê ye” mezin bikin.

Heya ku rewşa Rêber Apo bikeve nirxandinê, divê li hundir û derve seferberiyeke mezintir were meşandin.

Dûran Kalkan bi van gorinan jî bal kişand ser têkoşîna li dijî komploya navnetewî.

Wekî gel, tevger û hêzên dost ên demokratîk û şoreşger, bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîneke mezin hat dayîn.

Li ser xeta qehremaniyê têkoşîneke azadiyê ya 23 salan hat meşandin.

Ev têkoşîneke herî watedar a dîrokî ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
YÊN KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEKIRIN BI BERXWEDANÊ TÊK DIÇIN

Bi berdewamî Dûran Kalkan diyar kir ku ev xeta berxwedanê gelek lîstokên faşîzmê vale derxistin.

Yên pirsgirêka Kurd çareser nekirin ew bixwe jihev ketin.

Ango di pêvajoya têkoşîna 23 salî de her kes bi ser ket.

Azadî bi ser ket, demokrasî bi ser ket.

Rê û rêbazên komploger û zîhniyeta qirker a faşîst têk çûn.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
RÊVEBERIYA DEMÊ YA DYA’YÊ BIRYARA KOMPLOYÊ DA ROLA QERDIYANIYÊ JÎ DAN TIRKIYÊ

Dûran Kalkan, kesayet û rêvebirên komployê jî bi van gotinan nirxand.

Divê mirov careke din bibîr bixe ku rêveberiya demê ya DYA’yê biryara komployê da.

Gelek hêzên li Rojhilata Navîn û Ewrupayê tevî vê komployê kir.

Di arşîvên serokatiya DYA’yê de biryarnameya komployê heye.

Paya rêveberiyên demê yên dewleta Tirk û faşîzma AKP/MHP’ê jî di vir de heye.

Lê Rêbr Apo got; rola dewleta Tirk qerdiyaniye.

Qerdiyan nikare biryar bigire, çi jê re were gotin wê dike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
BILA DYA KOMPLOYÊ RAKE Û PRENSÎBÊN WÎLSON JI BO PIRGIRÊKA KURD JÎ PÊK BÎNE

Derbarê çareserkirina pirgirêka Kurd de ku DYA’yê dibêje “bila di nava xwe de çareser bikin” de jî Dûran Kalkan wiha axivî.

Bila vê biryara komploya navnetewî ji holê rakin û pêkan be di aliyê çareseriyê de helwest nîşan bidin.

Mesela bila li ser prensîbên Wîlson ji bo çerçoveya pirsgirêka Kurd bixwebitin.

Ew jî prensîbeke DYA’yê bû, bila di çareserkirina pirgsgirêka Kurd de jî were bikaranîn

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, di bernameyê de bibîr xist ku gelê Kurd û tevgera azadiyê ji bo çareseriyê amade ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv