Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘PKK li ser piya ye, yê çok datîne û hildiweşe faşîzma AKP/MHP’ê ye’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
PKK LI SER PIYA YE; YÊ ÇOK DATÎNE Û HILDWEŞE FAŞÎZMA AKP/MHP’Ê YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de, berxwedana tevgera azadîyê ku li hemberî faşîzma AKP/MHP’ê pêşxist nirxandin.

Dûran Kalkan da zanîn ku yê têk diçe şefê faşist Erdoğan bixwe ye.

Niha PKK çik le ser piya ye; yê çok datîne û hildweşe faşîzma AKP/MHP’ê ye.

Beza Erdogan a ber bi Washîngton û Moskowayê jî nîşan dide ku pîlanên wan xera bûye.

Ev jî nîşan dide ku plansaziya komploya navneweteyî ya dawî jî têk çûye.

Û Tayîb Erdogan jî ji ber vê yekê neçar maye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DIBE KU ERDOGAN BIBÊJE ‘ŞER HEYE’ REWŞA AWARTE RAGIHÎNE Û HILBIJARTINÊ BETAL BIKE

Duran Kalkan da zanîn; Erdogan ji bo ku xwe xelas bike dibe ku Tirkiyê ber bi rîskên cidîtir ve dahf bide.

Ji bo rê li ber vê yekê bigirin jî roleke girîng dikeve ser milê rewşenbîr, siyasetvan û gelên Tirkiyê…

Êdî AKP çiqas çete birêxistin bike û êrişî derdorê jî bide kirin, polîtîkayên şantajê bi meşîne û herkesî tehdîd jî bike, ne pêkane ku careke din li Tirkiyê bi hilbijartinê bibe desthilat.

Ji bo vê yekê jî li rê û rêbazan digere ku hilbijartinê asteng bike.

Tê xuyan ku bi vî awayî rewşeke awarte bi afirîne jî nikare hilbijartinê asteng bike.

Li têştên nû digere; dibe ku bi Sûriyê re an jî dewleteke din re bikeve şerekî.

Bi vî awayî bibêje “şer heye” rewşeke awarte ragihîne û hilbijartinê asteng bike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DIBE KU ERDOGAN ÊRIŞÊN NÛ YÊN HOVANE PÊŞ BIXE

Dûran Kalkan, bibîr xist ku ji bo plansaziyeke şer Tayîp Erdogan çû DYA û Rûsyayê û got;

Dibe ku êrişî gelek deverên nû yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bike.

Li başûrê Kurdistanê jî heya niha êrişî herêmên parastinê yên Medyayê dikir, niha dibe ku êrişî Kerkûk û Mûsilê jî bike.

Hin kes dibêjin; ji bo êrişî qendîlê bike dixwaze îcazetê bigire.

Ji bo Qendîlê pêdiviya wî bi îcazetê ango destûrê nîne, jixwe êriş dike.

Ev ji bo rêveberiya AKP/MHP’ê rewşeke asayî ye.

Lê desthilat bi vê nikare temenê xwe dirêj bike.

Ji ber vê yekê jî dibe ku êrişên hovanê yên nû pêş bixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv