Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên pêngava ‘Gurzê Gelan’ bi awayekî girseyî li Kobani hatin oxirkirin.

 

 

KOBANÊ ŞEHÎDÊN XWE BI OXIR KIRIN
ŞEHÎDÊN PÊNGAVA GURZÊ GELAN BI AWAYEKÎ GIRSEYÎ HATIN BI OXIRKIRIN

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî cenazeyên şehîdên pêngava Gurzê Gelan bi merasima tên bi oxirkirin.

Ji bo 12 şervanên QSD’ê yên di êrişa li ser girtîgeha Sînaa a bajarê Hesekê şehîd ketibûn li Kobanê merasimek hat lidarxistin.

Li gel numerên sazî û rêxistinên herêma Firatê ji gelek gundewarên herêmê bi hezaran kes tevlî merasimê bûn.

Piştî rêzgirtinê merasimê bi axaftina cîgirê hevserokatiya Meclisa kantona Kobanê Ferhan Kobanê despê kir.

Ferhan Kobanê di axaftina xwe de got hêzên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin wê negihêjin armanca xwe.

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Kobanê jî bal kişand ser fedekariya şervanên QSD’ê û diyar kir ku ewê fadaiyên gelê xwe bin.

Piştî merasima cenazêyê Mahir Mihemed Bozan, Nîhad Şêx Mûsa, Dara Mihemed Mihemed, Mehmûd Henkî, Îsmaîl Mihemed Elî, Bozan Mislim Xelîl, Mihemed Esmet Walî, Hisên Elî Îsmaîl, Feysel Sedûn, Heysem Nebo Mihemed, Mehmûd Mezî û Hisên Kino bi awayekî girseyî li goristana şehîd Dîcle li başûrê bajarê Kobanê, hatin bi oxirkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv