RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
“DI ENCAMA FEDAKARIYEKE MEZIN A ŞERVANAN DE ÊRIŞ HAT TÊKBIRIN”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser êriş û pîlana li dijî Hesekê daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser destpêkê şehîdên pêngava “Gurzê Gelan” bi bîr anîn û ji bîrandaran re şifa xêrê xwest.
Di daxuyaniyê de têkoşîna şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi berfirehî hat destnîşankirin û wiha hat gotin:
Îro ji gelek welatên Cîhanê bi hezaran çete, tevî malbatên xwe di kontrola me de ne..
Ev yek di encama fedakariyeke mezin a gel û şervanên me de pêk hat.
Herî dawî êrişa bi pîlan û berferih a li Hesekê hat têkbirin.
RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
“DEWLETA TIRK A DAGIRKER Û HIKUMETA ŞAMÊ JI ÊRIŞA DAWÎ SÛD WERGIRT”
Rêveberiya Xweser îşaret bi rola dewleta Tirk a dagirker û rêveberiya Şamê ya di êrişê de kir û wiha got.
Di êrişa dawî ya li dijî Hesekê de rola dewleta Tirk diyar e.
Çeteyên êrişkar ji deverên dagirkirî yên wek Serêkaniyê û Girê Spî hatin.
Di heman demê de dewleta Tirk jî êrişî heremên me yên xweser kirin.
Armanc ew bû DAIŞ’ê ji nûve zindî bikin û projeya xweseriya demokratîk têk bibin.
Di heman demê de rêveberiya Şamê xwest sûd ji vê rewşê bigre.
Lê bi saya fedakariyên gel û şervanên me ev pîlan neçû serî.
RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
“JI BO TÊKBIRINA TERORÊ DIVÊ DESTEK BIDIN RÊVEBERIYA XWESER”
Rêveberiya Xweser da zanîn ku xeteriya DAIŞ’ê ya ji nûve zindîbûnê dîdome û got.
Nabe ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hevkarên wê, tenê ji QSD’ê û rêveberiya xweser re bê hiştin.
Rêveberiya Xweser têkildarî berpirsyariya welatên Cihanê ya ji bo darizandina çeteyan jî çend xal diyar kirin.
1-Di têkoşîna li dijî terorê de divê desteka ji QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re were zêdekirin.
2- Ji bo darizandina çeteyan divê dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin.
3-Dewletên welatiyên wan li herêmê ne, divê bi taybet jin û zarok welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirin.
4- Ji bo pêşxisina rewşa xizmetguzarî, perwerde û tenduristiyê divê piştgiriya aborî were dayîn.
5- Divê desteka mirovî were zêdekirin û biryara girtina deriyê Til Koçerê di ber çavan re were derbaskirin.
6- Divê zext li dewleta Tirk were kirin ku ji heremên dagirkirî yên ji terorîstan re bûne navend vekişe..
7-Ji bo avakirina navendên perwerdekirina zarokan, rewşa kamp û girtîgehan were başkirin divê alîkarî bê dayîn.