ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê 4 ŞEHÎDÊN 2016’AN BI BÎR ANÎN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anîn.
HPG’ê eşkere kir ku Sibata sala 2016’an herçar gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.
HPG-Nasname
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Perîhan Civakli bi nasnav Sureç Devrîm li Wanê ji dayîk bûye..
PERÎHAN CIVAKLI
SUREÇ DEVRÎM
WAN
DÊ Û BAV: NAZDAR / KEREM
SIBATA 2016’AN
HEREMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA
Zînet Dogan bi nasnav Majda Nisêbîn li Mêrdînê ji dayîk bûye..
ZÎNET DOGAN
NAJDA NISÊBÎN
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: RESMIYE / CELAL
SIBATA 2016’AN
HEREMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA
Xalit Sîdo bi nasnav Rûbar Gabar li Efrînê ji dayîk bûye..
XALIT SÎDO
RÛBAR GABAR
EFRÎN
DÊ Û BAV: FEHÎME / WELÎT
SIBATA 2016’AN
HEREMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA
Mûrat Macît bi nasnav Dijwar Cûdî li Şirnexê ji dayik bûye..
MÛRAT MACÎT
DIJWAR CÛDÎ
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: FEHÎME / ABDULAZÎZ
SIBATA 2016’AN
HEREMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA
HPG’ê di daxuyaniyê de yek bi yek bi berfirehî behsa herçar şoreşgeran kir.
Ji bo Sureç Devrîm got..
Ji nav malbateke welatperêz mezin bû..
Dema xebatên ciwanan dimeşandin hat girtin û demekê hat girtin.
Di sala 214’an dema zanîngeh dixwend beşdarî nava refên gerîla bû.
Min li zanîngehê beşa Cografya dixwend..
Em 3 xwîşk û bira beşdarî nava refên gerîla bûn.
Ez ê heta dawî di rêya ku rêber APO nîşanî me daye de bimeşim..
Ez xeta Zîlan û Bêrîtanan ji xwe re bikim mînak û heta dawî têbikoşîm.
HPG’ê ji bo gerîla Majda Nisêbîn jî wiha got:
Ew li Nisêbîna serhildêr di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.
Di sala 2015’an berê xwe da nav refên gerîla.
Li her qada têkoşînê bû sembola milîtaniya pêşeng.
Tevahiya erkên xwe serketî bi cih anî.
Hevreyê me Dijwar Cûdî li Silopiya di malbateke welatparêz ji dayik bû.
Bi riya malbata xwe ya welatparêz tevgera azadiyê ya Kurdistanê nas kir.
Li dijî faşîzmê beşdarî nava refên têkoşînê bû.
Bi enerjiya xwe li her devera lê bû, heyecan dida derdora xwe.
Hevrêyê me Rûbar jî weke ewladekî hêja yê xelkê Efrînê li Helebê ji dayik bû..
Di sala 2012’an berê xwe da nava refên gerîla.
Di nava refên têkoşînê de li her devera lê bi fedakariyeke mezin xebitî.
Di dawiya daxuyaniyê de HPG’ê ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest û got..
Em soz didin, ku em ê wan li Kurdistana azad bi bîr bînin.